Partiyên siyasî yên kurdî banga lidarxistina kongreya neteweyî kir

Têkildarî êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî yên kurdî yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li partiyên siyasî yên kurdî kir " li ser maseya diyalogê bicivin, nakokiyan xwe bidin aliyekî û li dijî xeteriyan xebateke hevpar pêk bînin."

Partiyên siyasî yên kurdî banga lidarxistina kongreya neteweyî kir
8 hezîran, 2021   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê didome û şerê li dijî PKK’ê dike hincet. Artêşa Tirk a dagirker di êrişên dawî yên li dijî herêmên sivîlan de, gelek sivîl kirin qurban. Her wiha balafira Tirkiyê Wargeha Mexmûrê ku tê de sivîl Kurd hene, bombebaran kir, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn. Her wiha bombebarana dewleta Tirk li dijî çiyayên Qendîlê gerîlayên PKK’ê şehîd kirin. Di bombebarana dawî ya dewleta Tirk de 6 pêşmerge hatin armanckirin û wê jî rewş ber bi xeteriyeke mezin ve bir. Bi wê re hewldanên dewleta Tirk ên derxistina fitneyê di navbera birayan de eşkere bûn. Li aliyekî din jî hêzên Kurdistanê dijberî hev bi kar tîne ku erkên xwe yên hundirîn û berpirsiyariyên mezin ên di vê merheleya hestiyar de pêk neyne û mijûl bike.

Tevî ku Kurd ji salan ve tê dikoşin û gelek qurbanî ji bo mafên xwe yên rewa dan, lê siyasetên dewleta neteweperest a Tirk ên paşguhkirin û înkarkirina mafên gelê Kurd li Tirkiyê berdewam in. Siyasetên bi vî rengî ewlehî û pêşketineke rasteqîn ji Tirkiyê nayîne, berovajî wê aboriya wê hildiweşiyaye, nakokiya civakî zêde bûne,  dîsan jî nakokiyên wê li seranserî cîhanê zêde dike. Hikumeta AKP’ê di salên dawî de bi rêya lidarxitina şerên derve û şerê leşkerî li gelek dewletên herêmê desthilatiya xwe îsbat kir, lê şerê dewleta Tirk ê bingehîn şerê hebûna Kurd çi li Bakurê Kurdistanê, çi li Başûrê Kurdistanê, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji ber ku alava şer a dewleta Tirk li hember bidawîkirina şerê li dijî gelê Kurd bi hemû rêbazên leşkerî aciz e, gelek caran hewl da mala Kurd ji hundir ve bi rêya derxistina fitneyan, hedefgirtina pêşermger û hilgirtina berpirsiyariyê li dijî PKK’ê  lawaz bike. Di demekê de ku hedegirtina pêşmergeyan ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve şermezar dikin, em sersaxiya malbatên wan şehîdan dixwazin ku dewleta Tirk xwest wan ji bo fetîlê şerê birakujiyê bi kar bîne. Em sersaxiyê ji malbatên sivîlên li Wargeha Mexmûrê û malbatên şehîdên PKK’ê re dixwazin. Em bang li birayên xwe yên PDK’ê dikin vê fersenda siyasetên dewleta Tirk winda bikin û nekevin xefka nakokiyên hundirîn, ji ber yekane gelê Kurd zirarê dibîne û gefan li desktefiyên gelê Kurd ên ku bi saya ciwan û hêzên wê bi dest ketine, dixwe. Her wiha em bang li tevahî hêzên û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku bi erka xwe rabin û dest bi însiyatîfa çareserkirinê bikin ku têkeve xizmeta gelê Kurd û bi lez li ser asta Kurdistan, Iraq û navnetweyî tev bigerin, da ku sînorekê ji sûvên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya Iraqê re deynin.

Em bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku li ser maseya diyalogê bicivin, nakokiyên xwe çareser bikin û li hember vê merhelê û xeteriya wê bibin yek. Ji ber hebûna neteweya Kurd êdî bi awayekî cidî li Başûrê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xeteriyê de ye û bajarên Kurd ên ku dewleta Tirk dagir kirine (Efrîn û Serêkaniyê) ku ji şêniyên wê yên resen vala bûne, pêdiviya xwe bi helwesteke cidî heye. Di vê demê de pêdivî bi lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê heye ku bi rêya wê ev merhele were nirxandin û nexşerêya li hember êrişên li dijî gelê Kurd were danîn."

(fr)

ANHA