Jiyana komînal girêdana di navbera pêkhateyan de zindî dike

Yên ku pergalên çewisandinê parçe kirine, jiyana komînal a Rêveberiya Xweser bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê careke din bi rêxistin kirin. Pêkhateyan li gorî şert û mercên li herêmê xwe birêxistin dikin û birêve dibin. Ev yek ji aliyê endam û hevserokên komînên Qamişloyê ve hat piştrastkirin.

Jiyana komînal girêdana di navbera pêkhateyan de zindî dike
6 hezîran, 2021   05:35
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Komîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rengên cuda, çîn, mezheb û olan têkil hev dike. Êdî bûye muzayîkeke ku jiyana hevbeş û biratiya gelan a rasteqîn rave dike. Van pergalan ji bo ku civakê kontrol bikin û hegemoya xwe ferz bikin siyaseta parçe bike-biserkeve dimeşandin.

Bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê re di 21`ê Çileya 2014`an de komîn bû hestî pişta her projeyeke xizmetguzarî û rêxistinî li herêmê. Her wiha ew zemîna bingehîn û sereke ya avakirina sazumaniya rêxistinî ye. Komînan roleke ber bi çav di rûniştanidna jiyana hevbeş û biratiya gelan de di navbera çînên cuda yên civakê de lîst û derfet da hemûya ku tev lê bibin.

Komîn; di erdîngariyekê yan jî taxekê de şaneya civakî ya herî biçûk e. Endamên wê şêniyên taxê ne. Kar û barên taxa xwe ji aliyên xizmetguzarî û rêxistinî ve bi rêve dibin. Ew nêzî civak û rewşa wê ye. Tu taybetmendiyeke wê ya siyasî tune ye berovajî wê derfetê dide hemû pêkhateyan da ku tev lê bibin û xwedî lê derkevin.

Di komînê de komîteyên cuda mîna lihevanîn, xizmetguzarî, aborî, perwerde û jinan hene. Endamên wê ji aliyê şêniyên taxê ve tên hilbijartin û hejmarên wan li gorî herî komînekê cuda ne û komîte erkên cuda pêk tînin.

Hevserokê Komîna Şehîd Musene a taxên Suryan û El-Sewra Avrem Somî piştrast kir ku hevgirtina heyî ya di navbera pêkhateyên cuda de bi awayekî erênî bandor li çalakbûna komînê û civakê ji aliyê pêkanîna erkên pêwîst yan jî xwe birêxistinkirin û birêvebirinê kir.

Somî wiha domand: “Komînan ji dema avakirinê ve gavên erênî avêtin û biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de xurt kir. Em serdana niştecihên di nava erdnîgariya taxê de dikin û dem demê civînan ji wan re çêdikin.”

Somî rewşa li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê beriya avakirina komînan û piştî wê da ber hev û got: “Berê siyaseteke nebirêxistinkirî dihat meşandin. Lê bi avabûna komînan re gel bi hemû çînên xwe êdî bi awayekî birêxistinkirî xwe bi xwe birêve dibe.”

Somî bang li şêniyên herêmê kir ku xwedî li komînan derkevin, tev lê bibin û wiha domand: “Bi tevlêbûn û rexneya avaker em ê gavên erênî bavêjin û karê xwe pêş bixin.”

Girêdayî heman mijarê hevserokê Komîna Şehîd Emîne ya taxa Erbawiye Bîlal Mihemed got hevgirtina şêniyan di nava komînan de bi awayekî erêrî bandorê li herêmê bi giştî dike û Rêveberiya Xweser bi ser dixe. Li gorî El-Mihemed komîn zemîna bingehîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ji lew re bang li şêniyên herêmê kir ku ji vê xurtir tev li çalakiyan bibin ku komîn li dar dixe.

`JIYANA KOMÎNAL GIRÊDANA CIVAKÊ PARAST`

Endamê komîteyên xizmetguzarî yê Komîna Şehîd Rêdûr a taxa Qidûr Beg Xalid Xelîl desntîşan kir ku ji ber jiyana komînal girêdana di nava civakê de xurtir bû.

Xelîl wiha berdewam kir: “Erê rast e berê jiyana hevbeş di navbera şêniyên herêmê de hebû, lê ne bi vê xurtbûnê bû. Piştî avabûna komînan ew bi hêztir bû. Mînaka herî ber bi çav jî ew e ku pêkhateyên herêmê yên cuda berê xwe didin komînan û tev lê dibin. Fikirê jiyana hevbeş û biratiya gelan a ku komînê di bîra gel de rûniştandiye, bala wan dikişîne û êdî hemû çînên civakê erkên xwe bi awayekî çalaktir pêk tînin.”

Xelîl diyar kir ku hevgirtina di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd û Suyran  nava komînan de roleke gelek girîng lîst ku ewlehiya herêmê di dirêjahiya salên şer de were parastin û rê li pêşiya hikumeta Şamê were girtin ku siyasetên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimeşîne. Xelîl wiha lê zêde kir: “Hikumeta Şamê hîna siyaseta parçekirinê dide meşandin ku bû sedema wêranbûna gelek parêzeghên Sûriyê.”

Xalid Xelîl diyar kir ku ew ê rola komînan ji vê zêdetir pêş bixin, ji bo wê dê semîner û panelên girêdayî jiyana komînal li dar bixin û rê li pêşiya pergalan bigirin ku dixwazin fitne û tevliheviyê li herêmê derxin.

(şx)

ANHA