Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir

Ciwanên şoreşger ên bajarê Qamişlo û navçeya Çilaxa êrişên dagirkeriya yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gerîlayan silav kir.

Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Qamişlo û Çilaxa berxwedana gerîla silav kir
5 hezîran, 2021   20:23
ÇILAXA

Bi dehan ciwanên şoreşger ên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo li pêşiya herêma Inaş a rojavayê navçeyê kom bûn. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanên şoreşger rakirin  û diruşmên "Bijî berxwedan gerîla û na ji xiyanetê re" berz kirin.

 Meş li Çerxerêya Şehîd Mahsûm a li navnerasta navçeyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêzg girtin, piştre endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Sirûr El-Şetî axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bêdengiya navneteweyî û xiyaneta hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

El-Şetî bal kişand ser helwesta PDK`ê û got: "PDK`ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker hêzên gerîla dike armanc, lê hêzên gerîla xwediyê xakê ne û parastina Başûrê Kurdistanê dikin. "

 El-Şetî di dawiyê de piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da.

QAMIŞlO

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo meşek bi meşeleyan li dar xist. Bi sedan ciwan tev li meşê bûn û êrişên dewketa Tirk ên li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemerî van êrişan jî şermezar kirin.

Meş ji dagerandina Munîr Hebîb a Qamişlo dest pê kir û ber bi çerxerêya Munîr Hebîb ve çû. Ciwanan diruşmên"Bijî berxwedan gerîla, na ji bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê re" berz kirin û alên ciwanên şoreşger û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Li pêşiya Çerxerêya Munîr Hebîb, endamê Rêveberiya Ciwanên Şoreşger Mîlad Mihemed axivî û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê, nexasim PDK`ê kir ku dev ji bêdengiya xwe berde û ji berjewendiyên xwe yên kesayetî bi dûr keve.

Mihemed di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da û piştgiriya ji berxwedana hêzên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê nîşan da û got ew ê tevahî komployên li dijî Kurdan têk bibin.

(eh)

ANHA