​​​​​​​Li Şehbayê karname li xwendekaran hatin belavkirin

Îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê karname li xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî yên kantona Şehbayê belav kirin.

​​​​​​​Li Şehbayê karname li xwendekaran hatin belavkirin
3 hezîran, 2021   10:58
 ŞEHBA

Piştî ku xwendekaran ezmûnên dawiya salê di 31`ê Gulanê de bi dawî kirin, desteyê dest bi belavkirina karnameyan kir.

Li gorî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Bêrîvan Xelîl li 67 dibistanên kantona Şehbayê xebatên belavkirinê bi rêya şahiyan pêk tên û xwendekarên serkeftî tên xelatkirin.

Li gorî daneyên desteyê hejmara xwendekarên kantona Efrîn, Şehba û gundên navçeya Şêrawayê derdora 15 hezar e.

/ar/uploads/files/2021/06/03/094106_bryfan-khlyl.webp

Der barê xebatên perwerdeyê de Bêrîvan got: "Ruxmî ku derfetên me kêm in, belavbûna vîrusa koronayê û şert û mercên diwar ku herêm tê re derbas dibe, lê îsal encam ji ya par baştir e."

Bêrîvan piştrast kir ku topbarana domdar a li ser kantonê bi awayekî neyînî bandor li xwendekaran kir, lê dîsa jî li gorî sala borî encam baştir bûn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QIw44_-F8d4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>