Xezna.. ruxmî komkujî û talankirinê, nimûneya biratiya gelan bû

Li herêmê gundê Xezna ji gundên navçeya Tirbespiyê yê herî kevnar e, di dirêjahiya dîroka xwe de bûye nimûneya jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Ermen, Suryan û Cihûyan de. Navê xwe ji xezîneyên veşartî yên di girên wê yên dîrokî de girtiye ku şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hemû talan kirin.

Xezna.. ruxmî komkujî û talankirinê, nimûneya biratiya gelan bû
Xezna.. ruxmî komkujî û talankirinê, nimûneya biratiya gelan bû
Xezna.. ruxmî komkujî û talankirinê, nimûneya biratiya gelan bû
Xezna.. ruxmî komkujî û talankirinê, nimûneya biratiya gelan bû
Xezna.. ruxmî komkujî û talankirinê, nimûneya biratiya gelan bû
3 hezîran, 2021   04:24
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Gund derdora 10 kîlo metre ji aliyê başûr ve dûrî navçeya Tirbespiyê ye. Ji kevntirîn gundên li herêmê ye ku dîroka wê vedigere beriya 400 salî. Gundê Xezna sembola biratiya gelan bû ku Kurd, Ermen, Suryan û Cihûyan bi hev re li gund diman. Li gorî temenmezinên gund, osmaniyan li gundê wan komkujiyek li dijî ermenan pêk anî.

Şêniyê bi navê Hesen Cemal Elî yê ji gundê Xezna beriya demekê ji ajansa me re axivîbû û diyar kiribû ku wî ji bavê xwe beriya ku wefat bike bihîstiye ku osmaniyan komkujî li dijî ermenan pêk aniye û leşkerên osmanî karwanên ermenan weke dîlgirtiyên şer dibirin Yemenê.

Ev karwan di navçeya Tirbespiyê û gundê Xeznayê re derbas dibûn. Şêniyên gund bûn şahidê wan komkujiyan û ji zarokên xwe re vegotin ku çawa leşkerên osmanî jin û zarokên ermen li şûna nanekê yan jî mecîdiyekê yan jî osmanliyekê difrotin.

Li gorî Cemal leşkerên osmaniyan gelek malbatên ku bi wan re nehatin firotin dikuştin û cenazeyên wan diavêtin bîrên ku bi armanca xwedîkirina pez li herêma Ax Gulikê ya bi 500 metreyan li bakurê gund hatibûn eyarkirin.

Li gorî ku Hesen Cemal ji bavê xwe bihîstiye di hewldanekê de ji bo derxistina tevliheviyê di navbera Kurd û Ermenan de leşkerên osmaniyan şêniyên gund kom kirin û ji wan re gotin ku ev ermen kafir in û kî yek ji wan bikuje dê bikeve cinetê. Lê piştî ku şêniyan daxwaza wan red kir, leşkeran bi xwe jin û zarokên ermen dikuştin.

Cemal anî ziman ku dema dîtiye DAIŞ`ê dikeve Şengalê û mêran dikuje, jinan difroşe gotinên bavê wî hatin bîra wî ku tiştên li ser telefizyonan dîtin, di bîra wî de ne û îro hemû dûbare dibin. 

Şêniyê bi navê Mihemed Ebdî Osê jî beriya ku biçe ser dilovaniya xwe ji ajansa me re axivîbû û gotibû ku wî jî bi komkujiya ermenan bihîstiye û wiha çîroka xwe vegotibû: “Hemû gundî çîroka komkujiyê dizanin ku osmaniyan ermen kuştin. Hinek şêniyên gund gelek zarokên ermen ji destê wan xilas kirin û wekî ku zarokên gund in xwedî kirin. Jê Yunis û xwişka wî Sara ku piştre bi navê Fatme hat naskirin. Yunis li gund mezin bû, zewicî û 2 kurên wî bi navên Ehmed û Silêman û 4 keçên wî çêbûn. Tenê Gul û Nofa têne bîra min.”

Hesen Salih ji mezinên gund e dibêje wî ji bavê xwe komkujiya ermen a ku li gund pêk hatî bihîstiye û çawa leşkerên osmaniyan ermen bi awayekî hovane dikuştin, jin li beramberî nanekî difrotin.

`JIYANA HEVBEŞ TAYBETMENDIYA GUND E`

Têkildarî biratiya di nava gund de Ebdulhemîd Şêxmûs behsa çîroka navder a gund kir û got: Dema gund rastî êrişê tê, ew roj şemî bû û li cem cihûyan batlane bû. Lê dîsa jî cihûyekî mala Mûşê ku ji gund e çeka xwe rakir û got biborîne şemî ye lê gundê min hewcedarê min e."

Li gorî mamoste Înad Xelef Mûşiyê Cihû wê demê ji şêx Ehmedê Xeznawî xwestiye ku mêvanên wî li mala xwe pêşwazî bike û mêvanperweriya wan bike.

Xelef destnîşan kir ku gelek berhemên dîrokî li gund hene ku şahidê dîroka wê ya kevnar in. Jê Girê Skender ku li başûrê gund e, girek din li bakurê gund heye. Her wiha diyar kir ku gund navê xwe ji xezîneyên veşartî yên li girê li bakurê gund girtiye.

`PARTIYA BAAS BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN GUND TALAN KIRIN`

Li gorî mamoste Înad Xelef berpirsê ewlehiyê yê parzêgeha Hesekê Ebdurheman Nehar dema bihîst ku tonelek di girê dîrokî heye, hema amûr anîn û piştî nîvê şevê saet di 2:00`yan de gir dikola. Rûspiyê êla El-Mihlemiye Xeyda Şêxmûs bû şahid ku berpirsê ewlehiyê gelek sindoq ji gir derdixistin.

Her wiha li ser xeta Sinciq dibistana yekemîn li gundê Xeznayê vebû. Şêniyên hemû gundê Sinciq zarokên xwe dişandin vê dibistanê, gelek rewşenbîr û xwediyên bawernameyên zanîngehê jê derçûne.

`MÎNA MALBATEKÊ BI HEV RE DIJIYAN`

Mamoste Înad Xelef dibêje piştî şoreşa Rojava û avakirina komînan li gund jiyana hevbeş û hevkariya di navbera şêniyên gund de her ku çû zêde bû. Şênî bi hev re di hemû boneyan de alîkariya hev du û kesên hewcedar dikin. Bi rêya komîteyên komîna gund bi hev re pirsgirêkan çareser dikin mîna dirêjkirina torên avê, kirîna jenatorekê ji bo gund.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_gr9XQf72Tk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>