`Armanca girankirina tecrîdê têkbirina projeya neteweya demokratîk e`

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku armanca tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

`Armanca girankirina tecrîdê têkbirina projeya neteweya demokratîk e`
27 gulan, 2021   05:23
HELEB-ARIF SILÊMAN

Roj bi roj bertekên gelê Kurd ên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.  Di vê çarçoveyê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Ehmed Reşîd ji taxa Şêxmeqsûd e û got: "Armanca tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Ocalan ferz kiriye, bidûrxistina fikir û felsefeya rêber Apo ji gel e. Lê divê dewleta Tirk ji bîr neke ku gelê herêmê li ser bingeha fikir û felsefeya Ocalan xwe bi rêxistin dike û li ber xwe dide."

Reşîd anî ziman ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin hêrsa dewleta Tirk zêde kir, ji tirsa ku ev proje bandor li gelê Tirkiyê bike û rastiya siyaseta AKP'ê nas bikin. 

Ji aliyekî din ve, welatiya bi navê Leman Şêxo diyar kir ku dewletên sermayedar li dijî ramanên rêber Abdullah Ocalan in, ji ber vê yekê ev dewlet di komploya li dijî rêber Ocalan beşdar bûn û heya niha bi armanca tunekirina ramanên rêber Ocalan, komployê didomînin.

Leman Şêxo diyar kir ku pêkanîna fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Welatiyê bi navê Riyad Mûrad jî bal kişand ser metirsiyên dewleta Tirk ên têkildarî belavbûna ramanên rêber Abdullah Ocalan û got ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2z-Gi73C4tQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>