ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2021
25 gulan, 2021   23:00

- Malbatên şehîdan ên Minbicê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî şermezar kirin û got armanca êrişan şikandina rihê berxwedana gel e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanek ji Efrînê ku temenê wî 20 sal derbas nekir, ji ber çixareyê di nava du sal û nîvekê de hate îşkencekirin. Herî dawî hate girtin û di girtîgehên dagirkeriya Tirk ên li bajarê Babê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku erka xwe li hemberî girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de pêk bînin û piştgiriya xwe ji girtiyan re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Ebîr Hesaf destnîşan kir armanca bingehîn a dewleta Tirk a êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku kurdan û Kurdistanê tune bike û projeya Mîsaqa Millî pêk bîne. Ebîr got, divê partiyên kurdî helwesteke hevgirtî nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Tecrîd di esasê xwe de komployeke navneteweyî ye. Tirkiye bi tena serê xwe ne xwedî wê hêzê ye ku sûcekî ew çend giran bike. DMME, YE, DYA di vê mijarê de li ser berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re hevkariyê dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Li Sûriyê ruxmî ku gelek herêm di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ne û ruxmî kooçberî û boykotkirina ji aliyê MSD`ê  ve, lê Partiya Baas a desthilatdar bi israr e ku hilbijartinên serokatiyê li dar dikevin. Gelo nîşaneyên lidarxistina van hilbijartinan çi ne û dê çi guhertinan bi xwe re bîne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Koma  Kevneşopî ya stran û dengbêjiyê ji salên 80`î ve xwedî taybetmendiyeke cuda ye ku ji hêla jinan ve tê pêşkêşkirin. Îro jî hewl dide hejmara endamên xwe yên jin zêde bike da ku çanda Efrînî vejîne û biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- ꞌEm di karesetekê de neꞌ, bi vê gotinê gerînendeyê Bendava Tişrînê aloziya ku Tirkiyê çêkiriye wesif dike, ku ji beriya 4 mehan ve ava Firatê qut kiriye, di encamê de rêjeya ava Firatê daketiye û gihaştiye asta karesetê. Rêjeya ava gola Firatê ku li Sûriyê ya mezintirîn e, bûye derdora 6 metreyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA