​​​​​​​Hilbijatinên ku zêdetirî nîvê welatiyan tev lê nabin, gelo wê çi guhertinê bi xwe re bîne?

Li Sûriyê ruxmî ku gelek herêm di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ne û ruxmî kooçberî û boykotkirina ji aliyê MSD`ê  ve, lê Partiya Baas a desthilatdar bi israr e ku hilbijartinên serokatiyê li dar dikevin. Gelo nîşaneyên lidarxistina van hilbijartinan çi ne û dê çi guhertinan bi xwe re bîne?

​​​​​​​Hilbijatinên ku zêdetirî nîvê welatiyan tev lê nabin, gelo wê çi guhertinê bi xwe re bîne?
25 gulan, 2021   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Sûrî ji nêz ve lidarxistina hilbijartinên serokatiyê dişopînin. Hinek bi “Şanoyeke xapînok” û hinek din jî bi “Dawateke demokratîk” bi nav dikin.

20`yê Gulanê, balyozxaneyên Sûriyê yên li derve, beriya lidarxistinan hilbijartinan di hundirê welêt de bi 6 rojan. deriyên xwe vekirin da ku sûriyên li wir dengê xwe bidin. Lê komîteyên hilbijartinan ên li Sûriyê îro deriyên xwe vedikin.

Li gel tunebûna tu çavdêriyekê û nebûna deneyên rasteqîn der barê hejmara beşdaran li derve de, gelek dijwar e rêjeya rastîn a tevlêbûnê were diyarkirin. Lê ji dîmen û wêneyên ku ji pêşiya balyozxaneyan hatine kişandin xuya dibe ku hejmara beşdaran gelekî kêm e.

Li Sûriyê jî hilbijartin tenê dê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de li dar kevin ku rêjeya wê kêmtirî nîvê rûbera Sûriyê ye.

Dewleta Tirk Cerbalus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, beşên ji Idlib, Hema û gundewarên Heleb û Laziqiye dagir kirine.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ku lêvegera siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ragihand ku ew tev li van hilbijartinan nabe. MSD`ê di daxuyaniyeke xwe de ku li ser hesabê xwe yê fermî weşandiye got ew hilbijartinên ku armancên gelê Sûriyê û hebûna wan a siyasî nayne cih, boykot dikin.

ZÊDETIRÎ NÎV GELÊ SÛRIYÊ TEV LI HILBIJARTINAN NABIN

Li gorî Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) 6.6 milyon sûrî li cîhanê penaber in û piraniya wan li Tirkiye (Dewleta Tirk hejmara herî zêde a penaberên sûrî pêşwazî dike yanî zêdetirî 3.6 milyon sûrî) û Almanyayê dimînin, ku qebûl nekirin hilbijartin li ser xaka wan werin lidarxisitn.

Li rex wan jî derdora 5 milyon sûrî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin. Zêdetirî 3 milyon koçber di nava kampên li herêmên dagirkirî de hene. Ev tê wateya ku zêdetirî 14 milyon sûrî yanî zêdetirî nîvê gelê Sûriyê tev li hilbijatinan nabin (li gorî daneyên fermî yên sala 2011`an, hejmara niştecihên Sûriyê 21.1 milyon bû). Ev jî bi xwe re gelek pirsnîşanan der barê rewabûna hilbijartinan de çêdike.

Ruxmî ku hikumeta Şamê 2 daxwaznameyên bernamzetiyê yên Mehmûd Mirî û Ebid Selûm Ebdullah qebûl kirin, lê aliyên sûrî û yên navneteweyî dibêjin, encamên hilbijartinan diyar in û Beşar Esed dê bi ser keve.

'ŞANOYA XAPÎNOK E'

Akademisyan û muxalifa sûrî Mereh El-Biqaî boykotkirina MSD`ê ya hilbijartinên serokatiyê bi erênî nirxand û got: “Ew nabe beşek ji şanoya xapînok a hilbijartinên Sûriyê yên berê hazir.”

Mereh wiha domand: “Di bin sîwaneke desthilateke ewlehî de ku jiyana siyasî û îdarî kontrol dike, encam berê diyar e. Li Sûriyê nepêkane ku hilbijartinên azad û rast pêk werin. Cîhan vê yekê dizane ji ber wê xwest ku hilbijartin bi çavdêriya navneteweyî û li gorî biryara 2254'an pêk werin. Heke ev yek jî pêk nehat û rejîm biryarên navneteweyî neanîn cih û vîna gelê Sûriyê esas negirt wê demê îtîrafê bi encamên hilbijartinan nakin û tu guhertin çênabe ji bo ku veguhestina siyasî li Sûriyê pêk were.”  

`ALÎGIRAN Û OPOZÎSYONÊ BEDBÎN IN`

Têkildarî hilbijartinên ku li derve li dar ketin Mereh got: “Gelek diyar bû ku asta tevlêbûnê ji sala 2014`an pir kêmtir bû. Ev tê wateya ku alîgir û opozîsyon jî ji rejîmê û berdewamiya wî êdî bedbîn in.”

Mereh nirxandina xwe wiha temam kir: “Opozîsyon dixwaze rejîma heyî biguhere û veguhestineke siyasî ya giştî li gorî biryarên navneteweyî pêk were. Alîgir jî êdî fêm kirin ku desteka ku daye rejîmê li dijî wan ziviriye û li astên aborî û jiyanî ew nikariye alîkariya wan bike û li gorî ku desteka wê kiriye heta ku di desthilatê de bimîne desteka pêwîst ji malbatên wan re û malbatên şehîdan re pêşkêş nekiriye. Li gorî texmîna min, bedbîna alîgir û opozîsyon a li hemberî vê rejîmê di heman astê de ye.“

LI GEL PARVEKIRINA HEGEMONYA LI SÛRIYÊ HILBIJARTIN LI DAR DIKEVIN`

Der barê lidarxistina hilbijartinan de Mereh El-Bîqaî ev yek destnîşan kir: “Parçebûn li Sûriyê çênebû, lê ya ku li Sûriyê rû dide ji parçebûnê xetertir e. Li Sûriyê dewletên çalak hegemonya parve dikin.”

Mereh El-Biqaî wiha pê de çû: “Ev tişt gelek xetere ye. Dibe ku parçekirin çareser bibe. Em dikarin bi rêya redkirineke navneteweyî û lidarxistina hemleyan çareser bikin da ku NY`yê wê parçebûnê qebûl neke û pê îtîraf neke. Lê parvekirina hegemonya nayê kontrolkirin. Ew ji parçebûnê xetertir e. Ji ber ku gelek dijwar e mirov mijara parvekirina hegemonya çareser bike madem hemû artêşên biyanî li ser xaka Sûriyê ne û em nikarin veguhestineke siyasî ya rasteqîn pêk bînin.”

`PIŞTRE TIŞTEK NAYÊ GUHERTIN`

Girêdayî girîngiya van hilbijartinan Mereh El-Biaqî ev xal rêz kir: “Civaka ewropî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û gelek dewletên cîhana azad û opozîsyon tu girîngiyê nadin van hilbijartinan û pê îtîraf nakin. Lew ra piştî van hilbijartinan tiştek nayê guhertin. Lê mixabin gelê Sûriyê dê dorpêçkirî bimîne. Rejîm dê lawaz û dopêçkirî bimîne. Lê ew perspektîvên milîsên Îranê yên li erdê û artêşa Rûsyayê pêk tîne. Niha welêt li gorî daxwazên dewletên dagirker birêve dibe.”

Mereh El-Biqaî got, divê vegerin Cinevê û rewabûna navneteweyî û divê veguhestina siyasî pêk were ji ber ku tu girîngiya van hilbijartinan li ser astên siyasî û dîplomatîk tune ye.

ÇIMA ŞAM BI ISRAR E HILBIJARTINAN KU DAR BIXE?`

Der barê armancên hikumeta Şamê û israra wê ya li darxistina hilbijartinan Mereh got: “Armanc biserxistina El-Esed e. Ev tê wateya mayîna desthilata zordar a li Sûriyê ye. Helbet niha bi fermana hêzên Rûsyayê û milîsên Îranê yên li erdê xwedî şoreş, biryara ewlehî û siyasî ne.”

Mereh wiha domand: “Ev sedema yekser a lidarxistina hilbijartinan e. Beşar Esed dixwaze ji cîhanê re bêje ku ew hîna heye û dikare welat kontrol bike. Lê ev ne rast in, tenê li ser ekranan in. Em dizanin bawerbariya wê li ser erdê tune ye.”

`ÎNKARKIRIN DOMDAR E`

Mereh da xuyakirin ku piştî gelek salan ji şer lê zihniyeta hikumeta Şamê ya berê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rejîma Esed hîna rûdanên ku li ser erdê rû didin înkar dike. Naxwaze îtîraf bike ku nîvê gelê Sûriyê koçber in, bi sed hezaran di girtîgehê de ne. Em heta niha hejmarê tam nizanin, lê derdora milyonek şehîd heye. Sûriye ji ber vîrusa koronayê di aloziyeke aborî û tenduristî ya dijwar re derbas dibe.”

Mereh ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Welat wêran bûye, tenê milîsên Îranê û artêşa Rûsyayê ya pozbilind tê de mane. Welat wêran dikin û hegemonya xwe li ser rejîmê û xaka Sûriyê ferz dikin. Rejîm di nava dorpêçeke navneteweyî, dorpêça gelê xwe de ye û zextên ku hêzên ku ew di desthilatê de hiştine maye.”

`ŞAM VEGUHESTINA SIYASÎ DERENG DIXE`

Mereh îşaret pê kir ku divê hikumeta Şamê biryarên navneteweyî pêk bîne û derfetê bide ku dê teqez veguhestina siyasî pêk were û wiha axivî: “Hişmendiya rejîmê veguhestina siyasî dereng dixe ku çiqas dereng bimîne teqez dê pêk were. Berdêla vê yekê jî mixabin sûrî ji xwîn, ked, hêz, jiyana xwe ya rojane û ewlehiya xwe didin.”

`DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI AWAYEKÎ CIDÎ MUDAXELE BIKE`

Mereh da xuyakirin ku li gorî baweriya wê hikumeta Şamê di vê rewşa ku tê de ye nikare guhertineke siyasî pêk bîne, ji lew re divê desteke mezin ji aliyê civaka navneteweyî hebe da ku ev yek di demeke kin de pêk were. Li gorî Mereh heger ev destek dereng bimîne yan jî dirêj bike gelê Sûriyê dê berdêla wê bide, ji ber ku jiyana gelê Sûriyê niha li ser astên aborî, siyasî, ewlehî û mirovî ne normal e.  

Akademisyan û muxalifa sûrî Mereh El-Biqaî di dawiya nirxandina xwe de got: “Ji bo ku jiyana sûriyan normal bibe, divê hewldanên civaka navneteweyî ne tenê li ser asta dîplomatîk, axaftin û peyaman be, lê divê bi awayekî çalak mudaxele bike da ku veguhestina siyasî pêk were û Sûriye bi ber dewleta demokratîk, sivîl a pirrengî ve biçe. Yanî dewleta qanûn û hemwelatîbûna wekhev ava bibe.”

(şx)

ANHA