‘Biryara tecrîdê biryareke navneteweyî ye’

“Tecrîd di esasê xwe de komployeke navneteweyî ye. Tirkiye bi tena serê xwe ne xwedî wê hêzê ye ku sûcekî ew çend giran bike. DMME, YE, DYA di vê mijarê de li ser berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re hevkariyê dikin."

‘Biryara tecrîdê biryareke navneteweyî ye’
26 gulan, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê her roj li cîhanê rastî bertekên mezin û girseyî tê.

Di nava 22 salan de ku rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, destûr ji bijîşkên serbixwe re nayê dayîn ku biçin girtîgeha Îmraliyê. Li girtîgeha Îmraliyê ku ji roja destpêkê ve veguheriye qada ku polîtîkayên taybet lê tên meşandin, hevdîtina rêber Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re gelek caran bi hincetêb "muxalefeta hewayî" û "koster xirabe ye" tên astengkirin. Niha hemû serlêdanên ji bo hevdîtina bi malbat û parêzerên rêberê Abdullah Ocalan re bi hinceta vîrusa koronayê tên redkirin.

Şert û mercên herî giran ên tecrîdê îro li Îmraliyê tên meşandin û ev sîstem li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê tê ferzkirin. Îro bi çav û guhê gelên Tirkiyê li dengekî ye ku ji Îmraliyê bê û baş tê zanîn ku ev deng dê bibe qîrîna hêvî û aştiyê lê belê tê xwestin ku pêşî lê were girtin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dr. Semra Guzel got: "Em nizanin bê ka rewşa tenduristiyê ya Ocalan û girtiyên din çawa ye. Li gorî şert û mercên girtîgehan, em dikarin bêjin ku şert û merc gelekî xirab in."

Hevpeyvîna parlamentera HDP'ê ya Amedê Dr. Semra Guzel a li ser mijarê wiha ye:

Greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve tê meşandin, dikeve meha xwe ya çaremîn. Bi malbatên girtiyên ketine tecrîdê re hevdîtin tên astengkirin. Her wiha girtiyên beşdarî grevên birçîbûnê dibin rêveberiya girtîgehê nahêlin av û şekir bistînin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Ev rewş ji feraset û polîtîkayên giştî yên hikumetê ne cuda ye. Erdogan û hikumeta wî niha li gorî qaîdeyên faşîzmê welêt bi rê ve dibin. Daxwazên herî biçûk ên mafan, bi zext û şîdetê tepeser dikin. Hikumet piştgiriya xwe ya civakî winda dike. Dema ku vê dibînin, zextan jî zêdetir dikin. Di qada siyasî ya navneteweyî de jî prestîja xwe winda dike. Hikumet dê rojekê hesabê mirin, bêkarî, destgîrkirin û girtinên îro bide. Vê yekê bi xwe jî dizanin û da ku bi vê rastiyê re rû bi rû nebin, zextan zêde dikin.

‘PANDEMÎ KIRIN AMÛREKE ŞERÊ TAYBET’

Hikumetek heye ku hesabê operasyonên 17-25’ê Kanûnê nade û pereyên winda li ku derê ne, dernaxe holê. Gendelî û bertîl bûne şêwazê rêveberiyê. Xweza bi rêya HES û JES'an (satralên kehrebeyê) tên talankirin. Sûcên şer li pey hev tên.

Tê zanîn ku li pişt sûcên ku çete li Rojava dikin, kî heye. Li hundir jî polîtîkayên zextê hene. Bêguman herî zêde bandor li girtîgehan tê kirin. Girtîgeh ji bo welatekî pîvana demokratîkbûnê ne. Lê li girtîgehên Tirkiyê tecrîdeke giran heye û mafên mirovan tên binpêkirin. Di dema pandomiyê de ev binpêkirin zêde bûn. Hikumetê ji bo mayîndebûna xwe pergalek ava kiriye. Pandemî di bihêzkirina vê pergalê de bi temamî ji bo xwe kiriye 'xêra Xwedê'. A rast; veguheriye amûreke şerê taybet.

Di vê serdemê de zagona înfazê hate derxistin. Lê girtiyên di bi rîska pandomiyê de ne ji vê qanûnê sûd negirt. Hin girtiyên pîr û nexweş ên li girtîgehan, jiyana xwe ji dest da. Bi vê qanûnê re înfaza girtiyên nexweş hat şewitandin.

Pêdiviya herî bingehîn a kesên di girtîgehan de anku ava germ, peyda nabe. Bi rêk û pêk nekarîn qûtê hildin. Mafê tenduristiyê hate binpêkirin, nexweşên bi nexweşiyên kronîk ji ber pandomiyê ranekirin nexweşxaneyan.Yên rewşa wan giran jî di girtîgehan de bi tena serê xwe xistine karantînayê.

'TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV DIBE'

Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kirine. Li hemû girtîgehan belav bûye. Hemû civak girtiye nava xwe. Bi awayekî xwezayî li hemberî van binpêkirinan berxwedanek çêdibe. Ji bo veşartina van berxwedanan, tecrîdê girantir dikin. Hevdîtinên malbatan asteng ikin. Eger hevdîtinek pêk were, dê rewşa li hundir, li derve bê aşkerakirin û bêhtir bibe rojev.

Girtî di hundir de jî tên cezakirin. Li hin girtîgehan girtiyên di grevê de diavêjin hucreyan. Mafê wan ê şopandina çapemeniyê ji destê wan tê girtin. Daxwazên hevdîtinan nayên qebûlkirin.

Der barê tecrîdê de me pirsnameyek da Wezareta Edaletê. Wezaretê bersiv da û got "Tecrîd û grevên birçîbûnê nabe bikevin nava pirsnameyan." Di rastiyê de axaftina li ser tecrîdê bi vî rengî bi awayekî fiîlî qedexe ye.

'ŞERTÊN HERÎ GIRAN ÊN TECRÎDÊ LI ÎMRALIYÊ HENE'

Tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ev 5 sal e veguheriye tecrîda mutleq. Heta niha tu agahiyek têkildarî tenduristiya rêber Ocalan ku di çarçoveya vê tecrîdê de di girtîgehê de ye, nehatiye dîtin. Di vê demê de ku vîrusa koronayê bi lez belav dibe, têkildarî girtîgeha Îmraliyê daxuyanî tune ne. Divê ev yek çawa bê şîrovekirin?

Îmralî xwedî pratîkên herî giran ên tecrîdê ye. Ev sîstem li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê tê ferzkirin. Îro çav û guhê gelên Tirkiyê li dengekî ye ku ji Îmraliyê were û baş tê zanîn ku ev deng dê bibe qîrîna hêviya aştiyê. Lê ev tê astengkirin. Mafê raya giştî heye ku di şertên asayî de jî rewşa tenduristiya Birêz Ocalan hişyar be. Di şertên pandemiyê de ev pir zêdetir e. Lê hatiye astengkirin. Bi salan e tenê di encama berxwedanê de bi Îmraliyê re hevdîtin dikarin bên kirin.

Di sala 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guven a hêja piştî grevên birçîbûnê ku belavî hemû girtîgehan bûn, hevdîtinek pêk hat. Dema ji Îmraliyê nûçeyên şewatê hatini, hevdîtineke din hat kirin. Di esasê xwe de Tirkiye îro qanûnên xwe jî binpê dike. Vê yekê di hiqûq û normên gerdûnî de cihê xwe nîn e. Ev tev kiryarên keyfî ne.

Mafê agahîgirtina ji Îmraliyê tê astengkirin û gef li civakê tên xwarin. Bi temamî keyfî ye. Ferasetek heye ku civakê bi hêza di destê xwe de diçewisîne û ji bo ku desthilata xwe winda neke, serî li her rêyekê dide. Ev feraset xwe bi bêhiqûqiyê îfade dike. Em ji rewşa tenduristiya birêz Ocalan û ya girtiyên din bê agahî ne.

'TECRÎD RÊBAZEKE ÎŞKENCEYÊ YE'

Girtîgeha Îmraliyê di nava deryayê de ye. Ew der cihekî gelekî bi nêm e û kesekî temenê xwe ji 70 saliyê mezintir lê tê ragirtin û di hucreyee yekkesî de ye û nahêlin bijîşkên serbixwe biçin wê derê. Wateya van tevan çi ye?

Tecrîd rewşeke wisa ye ku mirovek bi tenê rojane demeke kurt li qada girtî derbas dike, bêyî ku sûdê ji qadên hevpar bigire û bêyî têkiliyên civakî û çandî bi girtiyên din re. Tecrîd di warê pîvana girtîgehên Ewropayê de rêbazeke îşkenceyê ye û encamên wê yên di warê tenduristiya mirovan de bi encamên îşkenceyê re yek in. Pratîka tecrîdê, sînordarkirin û çavdêrîkirina hevdîtinên girtî û hikûmxwaran ne tenê bi hev re, bi malbat, heval, parêzer û hekîman re jî heye. Di pênasekirina tecrîdê de jî tecrîdeke bêkêmasî nîn e. Qala sînordarkirinan dike. Lê belê îro ji ya li Îmraliyê tê kirin gelekî wêdetir e; bi giştî sînordarkirin, bêparhiştina ji hemû mafan e. Bi rêbazên hucreyên îzolasyonê, hewl didin hişmendî û kesayetiya girtiyan bêyî ku îşkenceya fizîkî lê were kirin, parçe bikin û tune bikin.

Em dikarin rewşa ku di pergala hucreya tecrîdê de pêk tê, wiha rave bikin:

• Sîstema sînîran bi temamî hildiweşe, têgînên dem û mekan wateya xwe winda dikin.

• Tevgerên derveyî kontrolê dest pê dikin, refleks ji holê radibin. Ji ber ku ji derve ve tu bandorek nîn e.

• Xwêdana zêde, êşa mîdeyê, zeîfbûn, êşa piştê û nexweşiyên damarên xwînê çêdibin.

• Pergala bergiriyê ya laş hevsengiya xwe winda dike û êşên laş ên wekî xirabûna çavan çêdibin. Ji ber ku cihê ku tu lê dinêrî û dibînî, her tim eynî ye.

• Heke cihê ku hûn tê de bi nêm be, pirsgirêkên nefesê jî çêdibin.

'ŞERT Û MERCÊN LI GIRAVÊ NE MIROVÎ NE'

Li devereke bi vî rengî jiyîn, îradeyeke xurt dixwaze. Lê belê birêz Ocalan tu carî tenduristiya xwe nekir mesele.

Şertên ku tecrîda mutleq lê tên ferzkirin, sûc e. Bang tê kirin ku kal û pîr û bi nexweşên kronîk li malê bimînin. Ji bo wan tedbîrên taybet tên girtin. Ji ber ku ev tedbîr li giravê nehatin girtin, feraseteke dualî ya hiqûq û tenduristiyê nîşan dide.

Herî dawî di rojên derbasbûyî de dayikên Xatûn û Meryem yên 71 û 79 salî hatin girtin. Dema ku dor tê Kurdan, standartên wan jî diguherin.

Diviyabû heyetên hiqûqî û tenduristiyê bişandana Îmraliyê ku bi hiqûqeke taybet tê birêvebirin. Lê belê ji roja ku girav hatiye avakirin û vir ve tu qaîdeyên hiqûqa neteweyî û navneteweyî nehatine dîtin. Niha ev bêhiqûqî di asta herî jor de ye. Piraniya peymanên navneteweyî wek "şîret û hişyariyên devkî" dimînin. Bi gotineke din, tevî ku berpirsyariyên xwe bi cih naîne jî, raporên CPT’yê gelek caran şîretan dikin ku girav ji bo şert û mercên mirovî ne guncaw e.

 ‘RAPORÊN CPT'YÊ NE XEMA HIKUMETÊ NE'

Di dema serdana CPT’yê ya Tirkiyê de bal kişandin ser tenduristiya girtiyan pandemiya vîrusa koronayê heye. Heta niha tu pêşketin çênebûne û rayedaran tu agahî nedane malbatan. Ev bêdengiya hikumetê dê çawa bê dîtin?

Hikumetê tu carî bi baldarî li raporên CPT’yê nenêrî. Wekî din, CPT di serdana xwe ya dawî de jî neçû giravê. Ya rast, em qala komployeke navneteweyî dikin. Di rastiyê de yek ji sedemên bêdengiyê ew e ku komployeke navneteweyî heye.

Li aliyê din rêveberiyek heye ku dibêje biryara DMME'yê "me eleqedar nake". Ev helwest, tê wateya israrkirina di siyaseta şer de.

Li gorî helwesta CPT’yê, bêdengiya saziyên demokratîk û mafên mirovan ên navneteweyî hem li ser grevên birçîbûnê hem jî li ser şertên tecrîdkirina birêz Ocalan, hûn çawa dinirxînin?

Me di destpêkê de got "Ev komployeke navneteweyî ye." Ne pêkan e ku Tirkiye bi tena serê xwe sûcekî ew çend giran pêk bîne. DMME, YE, DYA li ser berjewendiyan bi Tirkiyê re hevkariyê dikin. Lê belê dê şaş be ku em bêjin gel li hemberî vê mijarê bê deng e. Gelek însiyatîf hene. Lê têrê nakin.

Heyeta aştiyê ya Îmraliyê di vî warî de xwedî însiyatîfên gelekî cidî û girîng e. Heyetek ji aktîvîst, akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedarên ji gelek welatan e ku bi rêk û pêk daxuyaniyan didin. Li Strasbourgê jî demeke dirêj e çalakiya rûniştinê didome. Li derveyî welat meş hene, kampanyayên bi banga sendîkayên li Brîtanyayê dest pê kirine û li Başûrê Afrîkayê jî li gelek cihan li dijî tecrîdê dixebitin. Lê belê ji bo ku bandora van hewldanan çêbe, hewce ye ku mekanîzmayên zexta li ser asta siyasî bi pêş bixin. Ji ber vê yekê dawiya dawîn dê aliyên siyasî hin tiştan biguherînin. Zexta raya giştî di vê wateyê de gelekî girîng e.

Wek HDP û cenabê te jî wek bijîşk, hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Di vê mijarê de tu hewldaneke we çêbû? Li ser tenduristiya girtiyên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê divê çi were kirin?

Bê guman hewldanên me hene. HDP rêxistineke siyasî ya pir nasnameyî ye û em hewl didin vê mijarê bi hemû dost û hevrêyên xwe re bînin ser maseyê û bixin rojeva beşên din. Rojeva me ya sereke hem di muzakereyên parlamentoyê de û hem jî di yên herêmî de bi esasî şikandina tecrîda li ser hemû civakê ye.

Me bang li wezîrê dadê û parlamentoyê kir ku bi erka xwe rabin. Me hemû rê û rêbazên ji bo vê yekê ceribandin, em hewl didin. Pirsname, daxwazên me yên ji bo hevdîtinên giştî, dan û standinên li ser rewşa girtîgehan hene. Di kampanyaya xwe ya "Edalet ji bo her kesî" ya vê dawiyê de jî me bal kişand ser girtîgehan û tecrîdê.

Meseleya Îmraliyê li navenda hemû pirsgirêkan e. Di demekê de ku HDP ew çend dijminatî lê tê kirin û hewl didin ji siyasetê dûr bixin, Îmraliyê jî weke gefekê bi kar tînin. Navnîşana aştiyê ye lê dixwazin bikin amûreke hewldanên xwe yên şer. Lê belê tevî vê yekê jî hem komîsyona me ya dîplomasiyê, hem jî komîsyona me ya birêxistinkirinê ji bo ku vê rewşê teşhîr bikin û xwedî li grevên girtiyan derkevin, dixebitin.

Divê şert û mercên mirovî û tenduristiyê di zûtirîn demê de li Îmraliyê û girtîgehên din bên başkirin. Divê ava germ, maske, amûrên paqijiyê bê pere û bi rêk û pêk ji girtiyan re bên peydakirin. Divê ceribandinên bi rêk û pêk bên kirin. Divê tedawiya kesên bi nexweşiyan re rû bi rû ne, neyê derengxistin. Beriya her tiştî divê muzakereyên bi Îmraliyê re bên kirin. Eger hikumet bixwaze, van hemûyan dikare di nava sê rojan de pêk bîne. Heke hema qanûnên xwe jî bi cih bîne, dawî li pirsgirêkan tê. Ji bo vê jî divê em tim pêdiviyan bînin ser ziman, vê polîtîkayê teşhîr bikin û xwedî li greva girtiyan derkevin.

ANHA