ꞌArmanca êrişên li ser Herêmên Parastinê têkbirina berxwedana gel e'

Malbatên şehîdan ên Minbicê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, armanca van êrişan şikandina rihê berxwedana gel e.

ꞌArmanca êrişên li ser Herêmên Parastinê têkbirina berxwedana gel e'
26 gulan, 2021   02:57
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişên xwe yên dagirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê didomîne û di van êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne. Li hemberî êrişan gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedaneke lehengî raber dike.

Dayikên şehîdan ên Minbicê nerazîbûn nîşanî êrişan dan û berxwedana gerîlayan silav kir.

Dayika şehîd Mehmûd El-Îsa, Hesna El-Zahir diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên hovane yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têkbirina berxwedana gel e û got: "Hêzên gerîla bersiva êrişan didin. Di demên dawî de dewleta Tirk çekên kîmyewî yên ku di qada navneteweyî de qedexekirî ne li dijî wan herêman bi kar anî."

Dayika şehîd Mehmûd El-Îsa banga rawestandina êrişan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em malbatên şehîdan ên Minbic û gundewarê wê vî karî dijminane yên li dijî qanûnên navneteweyî şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku hesab ji dewleta faşîst a Tirk bixwaze û wê di sînorê wê de bisekinîne."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mislit Cemal El-Himêdî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her tim sûcan li dijî gelê herêmê pêk tîne, da ku rihê berxwedanê lawaz bike û çandên herêmê biguhere. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya guhartina demografî û talankirina xêr û bera xaka Sûriyê çandên herêmê diguhere.

El-Himêdî bi bîr xist ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û hêzên gerîla bersiva êrişan didin.

Mislit El-Himêdî di dawiyê de bang li civaka navneteweyî ya bê deng kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze û sûcên li dijî gel pêk tîne rawestîne û got, armanca dewleta Tirk ji van êrişan rihê berxwedanê lawaz bike.

Hevjîna şehîd Xelîl El-Hesen, Kefa El-Elî jî diyar kir ku dewleta Tirk her tim sûcan pêk tîne û êrişî dewletên cîran dike, mînaka wê jî dagirkirina gelek herêmên Bakurê Sûriyê ye.

Kefa El-Elî ev xal li gotina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk êrişî Herêmên Paratinê yên Medyayê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne, da ku berxwedana gelan têk bibe û van herêman dagir bike. Lê hêzên gerîla bersiva van êrişan dide û derbên giran li dagirkeriya Tirk da."

Kefa El-Elî di dawiyê de ev piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku êriş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên azadîxwaz rawestîne.

(eh)   

ANHA