'Tu kes nikare hevgirtina civakê têk bibe'

Oldar û rûspiyên eşîrên Şedadê banga parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin kir û diyar kir ku tu kes nikare hevgirtin û biratiya gelan a li herêmê têk bibe.

'Tu kes nikare hevgirtina civakê têk bibe'
25 gulan, 2021   07:26
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Ji ber aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên wê de, dewletên derve yên ku berjewendî û planên xwe yên dagirkeriyê li herêmê dibînin, hewl didin van herêman di nav xwe de parve bikin. Nemaze dewleta Tirk ku bi hemû rê û rêbazan sîxûrên xwe dişîne herêmê da ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Daîreya Ewqafan a Navçeya Şedadê Ehmed El-Esad axivî û got:"Hewldanên têkbirina hevgirtina civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê mehkûmî binketine be, ji ber ku hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne ji îro ve ye, lê belê temenê wê bi hezaran sal e. Girêdana xwînê, çarenûseke hevpar û tevlihevkirina xwînê ya li qadên şer ev hevgirtin xurtir kir."

Li aliyekî din  jî rûspiyê eşîra El-Fadil li Şedadê Menaf El-Reca îşaret bi rewşa aloz a ewlehiyê, aborî û nijadperestiyê ya ku komên çeteyan ji destpêka aloziya Sûriyê ve 2011`an daye meşandin û heta rizgarkirina wê ji aliyê QSD`ê ve, kir û ev xal lê zêde kir:"Rizgarkirina herêmê rûyê herêmê yê civakî zindî kir ku bi dewlemendiya çandî, olî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de tê naskirin."

Ehmed El-Esad û Menaf El-Reca bang li tevahiya gel û pêkhateyên herêmê kirin ku li dijî hewldanên derxistina fitneyê yekitiya xwe ava bikin û parastina destkeftiyên ku bi saya 12 hezar şehîd û 27 hezar birîndaran hatine qezenckirin bikin.

Her wiha gotin: "Şehîdan bi armanca ku gel di nava sîstema Rêveberiya Xweser de jiyaneke demokrat û wekhev bijîn canên xwe feda kirine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0A_uK23ukyU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>