Desteya Aborî 26 navend ji bo wergirtina genim û ceh veqetandiye

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê destnîşan kir ku 26 navend ji bo wergirtina genim û ceh a ji cotkaran li hatine veqetandin û got: "Em texmîn dikin ku miqdarê genim ê ku dê were navendan bigihêje 500 hezar tonî."

Desteya Aborî 26 navend ji bo wergirtina genim û ceh veqetandiye
25 gulan, 2021   06:22
REQA-EHMED EL-ESAF

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim û ceh ji hilberînên stratejîk in, lê ji ber zuhabûn û kêmbûna baranê îsal her du hilbirîn kêm bûn.

Beriya çend rojan mewsima çinînê dest pê kir, lê pirraniya mewsima bejî mir û hêviya cotkaran tenê mewsima avî maye.

Rêveberiya Xweser beriya çend rojan bi biryarnameyekê buhayê kirîna genim û ceh ji cotkaran diyar kir. Li gorî wê; buhayê kirîna her kîloyeke genim bi hezar û 150 lîreyên Sûriyê û her kîloyeke ceh bi 850 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ji ajansa me re diyar kir ku li herêmê 26 navend ji bo wergirtina genim û ceh hatine veqetandin.

Li gorî Barûdo li herêma Cizîrê 13 navend, li Reqayê 5 navend û li herêma Firatê jî 3 navend hatine amadekirin. Her wiha li Tebqayê jî depoyên El-Bû Asî, navendek li Minbicê û 3 navend jî li Dêrazorê hatine amadekirin.

Selman Barûdo destnîşan kir ku navend di aliyê taqîgeh, kadroyên pispor û dezenfetekirina baş de hatine amadekirin, di heman demê de embarên ji bo depokirina hilbijrînan hatine amadekirin. Barûdo got, hilberîn dê "dokma" be û di çewalan de were wergirtin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê anî ziman ku ku buhayê ji bo genim û ceh hatiye diyarkirin, dê li gorî pile û cûreyên wê be û wiha domand:"  Pilya yekemîn dê li gorî buhayê ku hatiye diyarkirin be, lê pilye duyemîn û sêyemîn em nikarin buhaya wan diyar bikin, ji ber ku dê li gorî pîvanên cîhanî be û li gorî rêjeya qirêjiyê be, di heman demê de dê tu pile neyê redkirin." 

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo got0:"Hişksaliyê ziyan gihand hilberîna bejî. Diviyabû ku me girîngî daba hilberîna avî. Li gorî raporên ku ji komîteyên çandiniyê hatin ber destên me, 300 hezar hektar bi genim û ceh hatine çandin, tê payîn ku 500 hezar ton genim were wergirtin."

Bi armanca pêşîlêgirtina keysbaziya bazirganan a ji genim û ceh re Desteya Aborî û Çandinyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28`ê Nîsana derbasbûyî biryarnameyek derxist, li gorî wê veguhastina genim û ceh di navbera 7 herêmên rêveberiyên xweser de û ji herêmekê û herêmeke din ên rêveberiyekê qedexe kir, bê şertê ku karta qabanê ji gerînendeyan û komîteyên çandiniyê hebe û erka barkirinê ji aliyê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ve hebe ku her du madeyan veguheze dibe.

(eh)

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EzblYlFqGNI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>