Tîma Agirkujiyê ya Tebqayê ji bo parastina hilbirînan ji şewatê tedbîr girtin

Tîma agirkujiyê ya Tebqayê bi armanca pêşwaziya mewsima îsal tedbîr girtin, jê belavkirina erebeyên agirkujiyê li ser gelek nuqteyên agirkujiyê yên li gundewarê Tebqayê da ku rê li pêşiya bûyerên şewitandina hilberînan bigirin.

Tîma Agirkujiyê ya Tebqayê ji bo parastina hilbirînan ji şewatê tedbîr girtin
Tîma Agirkujiyê ya Tebqayê ji bo parastina hilbirînan ji şewatê tedbîr girtin
Tîma Agirkujiyê ya Tebqayê ji bo parastina hilbirînan ji şewatê tedbîr girtin
Tîma Agirkujiyê ya Tebqayê ji bo parastina hilbirînan ji şewatê tedbîr girtin
Tîma Agirkujiyê ya Tebqayê ji bo parastina hilbirînan ji şewatê tedbîr girtin
23 gulan, 2021   17:09
TEBQA

Bi armanca parastina hilberînan ji xeteriya şewatê, tîma agirkujiyê li Tebqayê erebeyên agirkujiyê li ser gelek nuqteyên sabit û demkî yên li gundewarên bakurê rojhilatê bajêr belav kirin. Tîma agirkujiyê di mewsima berê de jî ev tedbîr girtibûn û rê li pêşiya gelek bûyerên şewitandina hilberînan girt.

Belavkirina nuqteyan li ser bingeha herêmên ku hilberînên çandiniyê yên avî lê hene, çêbû. Ev zevî jî bi rêya ava Firatê yan jî bîran tên avdan.

Li van nuqteyan tîmên agirkujiyê hatin erkdarkirin, alavên taybet, erebe û xeteke awarte ku 24 saetan bixebite û ji bûyerên şewatê re bibe bersiv hate veqetandin.

Di vê der barê de gerînendeyê beşa agirkujiyê ya Tebqayê Îsmaîl El-Mebrûk diyar kir ku tevî amadekariyên wan jî, ew bi xwediyên sehrîcan re û traktorên nêzî erdên çandiniyê re axivîne ku dema bûyerên şewatê çêbibin, bibin alîkar.

(eh)

ANHA