QSD'ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewand

QSD`ê ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên têkildarî şehadeta 6 şervanên wan, ne rast in.

QSD'ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewand
23 gulan, 2021   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku dibêjin 6 şervanên wê di êrişekê de şehîd bûne, daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya twîtterê belav kir.

Di daxuyaniyê de ev hatin parvekirin: " Angaştên ne rast ji aliyê Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker ve tên belavkirin ku 6 hevalên me di dema êrişekê de hatine şehîdkirin. Ev nûçe ne rast in û hêzên me neketine nav liv û tevgerek êrişkirina li ser tu deveran."

ANHA