Kongreya Civaka Îslama Demokratîk êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li NY’yê û dewetên îslamî kir ku yekser destwerdana bikin ku dijminatiya dewleta Tirk rawestînin.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
23 gulan, 2021   14:09
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber avahiya Komseriya NY’yê ya li Qamişlo hatin ba hev û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Endamê kongreyê Ebdulmuhsin El-Berho daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, bikaranînên çekên qedexekirî, qetilkirina sivîl û wêrankirina mal û milkên wan, her wiha dagirkirina xakê û koçberkirina şêniyan û avakirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Kongreyê di daxuyaniyê de bang li NY’yê, dewletên îslamî, saziyên olî û azadîxwazên li cîhanê kir ku tavilê destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê rawestînin, her wiha bang li dewleta Tirk hate kirin dijminatiya xwe ya li derveyî sînor rawestîne.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengiya li hemberî sûcên ku hikumeta Tirk û komên wê pêk tînin û wiha hate gotin: "Bêdengiya li ser van êrişan, erêkirineke ji hikumeta Tirkiyê û komên girêdayî wê ye. Bê gûman heke doza Kurd nehat çareserkirin dê alozî û nakokî kûrtir bibin. Divê ev doz were çareserkirin, ji ber ku Kurd xwediyên mafên ku jê hatine standin û divê li wan vegere."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji ber siyaseta xwe ya bidrûxistin, nêrîna destpotî û zihniyeta dijminatî siyaseta tundiyê li ser ter û hişt dimeşîne.

Kongreya Îslama Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang kir: "Em banga rawestandina şer dikin, da ku aştî li cîhanê belav bibe û divê cîhanê di trajediyekê de ji ber şeran nejî."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YezFwuQSXhY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>