Şehîd Salih El-Salih li Qamişloyê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê şehîd Salih El-Salih (Dawûd) ji aliyê malbat û hevalên wî ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê hat oxirkirin.

Şehîd Salih El-Salih li Qamişloyê hat oxirkirin
20 gulan, 2021   10:50
QAMIŞLO

Şehîd Salih Ehmed El-Salih (Dawûd) di sala 1989`an de li gundê Lezaqa yê Qamişloyê ji dayik bûye û di sala 2015`an de tev li Hêzên Sûriya Demoratîk (QSD) bûbû.

Şehîd Salih El-Salih ku bavê 3 zarokan bû û di 17`ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû ji aliyê şaneyên veşartî ve li bajarokê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê hat hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Îro bi dehan şêniyên Qamişlo û gudewarên wê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şervanên QSD’ê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Salih Ehmed El-Salih bûn.

Cenazeyê şehîd ji aliyê heval û malbata wî ve derbasî goristanê hat kirin, piştre merasîmê dest pê kir. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa diyar kir ku keda şehîdan rê li ber azadiya gel vekiriye da ku nifşên nû jî bigihîne azadî û rûmetê.

Mûsa da xuyakirin ku şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyên kirine yek, her wiha mîrasa şaristaniya pêkhateyan herêmê komployan têk dibin.

Mûsa got: "Ji ber ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmên me de şikestiye, niha hewl dide bi qutkirina avê kiryarên xwe berdewam bike."

Paşê wesîqeya şehadetê ya şervanê QSD`ê şehîd Salih El-Salih ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve radestî malbata wî hat kirin. Dûre cenazeyê şehîd bi tilîlî û sloganên “Şehîd namirin” li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LSyRL9FirBg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>