​​​​​​​Fermandariya Leşkerî ya Dêrazorê û nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê li hev civîn

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê civîneke berfireh ku tê de nûnerên ji rêveberiyên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran hebûn bi nûnerê Amerîkayê ya taybet bi Sûriyê û nûnerên ji Koalîsyona Navneteweyî re li dar xist.

​​​​​​​Fermandariya Leşkerî ya Dêrazorê û nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê li hev civîn
19 gulan, 2021   15:13

Di civînê de Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li ser rewşên ewlehî, rêbazên dîsplînkirina ewlehî û parastina hêzên wan a ewlehiya herêmê axivî û diyar kir ku ew li hember tevahî planên fitneyê û serdegirtina şaneyên terorê û têkbirina wan amade ne.

Li aliyekî din jî nûnerên ji rêveberiyên sivîl gelek rapor pêşkêş kirin, tê de xebat û projeyên geşkirinê yên pêk anîne, ku armanca wan bilindkirin û başbûna rewşa herêmê ya xizmetguzarî û rêxistinî ye eşkere kirin û destnîşan kir ku gelek proje jî di pêkanînê de ne.

Rûspî û şêxên eşîran spasiya kedên Fermandariya Leşkerî , Rêveberiya Sivîl û kedên mezin ku di oxira parastina ewlehiya herêmê û başbûna wan de di tevahî aliyên xizmetguzarî de didin kir.

Li aliyekî din jî nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê ji ber Koalîsyona Navneteweyî axivî û spasiya QSD’ê û Dêrazorê kir, her wiha destkeftiyên ku parastina ewlehî û rewşa herêmê baş kirine, pîroz kir. Nûnerê Amerîkayê da zanîn ku hebûna Koalîsyona Navneteweyî û piştgiriya wê ji QSD’ê re berdewam e û ew ji nêz ve bi QSD’ê re parastina ewlehiya herêmê û serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorî dikin û soz da ku dê piştevaniya QSD’ê bikin da ku misoger bikin ku şaneyên DAIŞ’ê bi temamî têk birine. Her wiha dê piştgiriya geşkirina rewşa herêmê ya xizmetguzarî û projeyên civakî bikin, li rex wê jî dê piştevaniya lojistîk û leşkerî ya QSD’ê bikin da ku parastina ewlehî û aramiya herêmê bikin.

(fr)

<iframe width="640" height="360" src="https://www.youtube.com/embed/yuRjs-3YAkE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>