El-Mihbaş: Biryara /119/ li gorî daxwazên gel hat betalkirin

Ebid Hamid El-Mihbaş destnîşan kir ku wan li gorî rexneyên gel, biryara /119/ betal kiriye û diyar kir ku gel bingeha rêveberiyê û jêdera hêza wê ye.

El-Mihbaş: Biryara /119/ li gorî daxwazên gel hat betalkirin
19 gulan, 2021   10:25
REQA

Piştî rexneyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û daxwazên betalkirina biryara /119/, duh Meclisa Rêveber ragihand ku wê civîneke awarte li dar bixin û biryara /119/ a bilindkirina nirxê madeyên sotemeniyê dîsa di ber çavan re derbas bikin.

Li ser wê yekê, vê sibehê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara /123/ derxist û tê de biryara /119/ betal kir.

Têkildarî mijarê, Hevseorkê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş civîneke çapemeniyê li dar xist.

′GEL BINGEHA RÊVEBERIYÊ Û JÊDERA HÊZA WÊ YE′

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş got: “Rêveberî ji bo rêvebirina gel e û gel bingeha rêveberiyê û jêdera hêza wê ye. Mafê gel heye ku li ser biryarên rêveberiyê nêrîna xwe bide. Rêveberî nêrînên xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhdarî dike û rêzê jê re digire.”

′LI SER REXNEYÊN GEL, BIRYARA /119/ HAT BETALKIRIN′

El-Mihbaş diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara /119/ rexne kir, ji ber wê Rêveberiya Xweser vê sibehê dîsa biryar di ber çavan re derbas kir û biryar betal kir.

El-Mihbaş destnîşan kir ku dê biryareke nû û bi nirxên guncaw ên li gorî rewşa gel bidin û dê di pêşerojê de nêrîna gel di dayîna biryaran de esas bigirin.

′EM JI BO BÛYERÊN DUH MIXABINIYA XWE NÎŞAN DIDIN′

El-Mihbaş di daxuyaniyên xwe de behsa xwepêşandanên duh ên li ser biryara bilindkirina nirxê madeyên sotemeniyê kir û wiha got: “Li ser bûyerên duh em mixabiniya xwe nîşan didin. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên bûyerên duh re dixwazin.”

Ebid Hamid El-Mihbaş teqez kir ku mafê gel heye nêrîna xwe bide lê belê bi rêbazên demokratîk û aştiyane. Her wiha destnîşan kir ku yên dixwazin xwepêşandanan li dar bixin girîng e hêzên ewlehiyê agahdar bikin da ku parastina wan bikin.

(cx)

ANHA