Hêzên hikumeta Şamê bajarokên gundewarê Idlibê topbaran kir

Hemwextî derbasbûna karwanekî artêşa Tirk a dagirker, hêzên hikumeta Şamê bajarokên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên gundewarê Idlibê topbaran kir
19 gulan, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên "Odeya Operasyonên El-Fetih El-Mûbîn" nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Kefer Nibûl ê gundewarê başûrê Idlibê topbaran kiriye.

SOHR'ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê hemwextî derbasbûna karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker ber bi bajarokê Kensefrayê ve, bajarokên Bênîn, Filêfil, Fitîra û Kensefra yên girêdayî çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.

(dx)