Lavrov bi Blinken re dozên dualî û navneteweyî nîqaş dike

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya. Tê gotin wê her du alî der barê bernameya nukleerî ya Îranê, şerê Filistîn-Îsraîlê û dozên dualî û navneteweyî nîqaş bikin.

Lavrov bi Blinken re dozên dualî û navneteweyî nîqaş dike
18 gulan, 2021   12:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, dê ajandeyên dan û standinên di navbera her du wezîran de giştî bin û têkildarî dozên dualî û navneteweyî bin.

Ryabkov wiha dewam kir: “Dê her du alî şerê Filistîn-Îsraîlê, rewşa Rojhilata Navîn bi giştî, bernameya nukleerê ya Îranê û pêkanîna plana xebatên giştî û hevbeş, nîqaş bikin.”

Ryabkov her wiha dauxyand ku ev yekemîn peywendiya yekser di navbera her du aliyan de ye û beriya wê peywendiya telefonê pêk anîbûn.

(cx)