Li rojavayê Til Temirê çeteyên Tirkiyê bi hev ketin, kuştî û birîndar hene

Li gundewarên rojavayê Til Temirê di navbera komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket û tê de çekên giran bi kar anîn.

Li rojavayê Til Temirê çeteyên Tirkiyê bi hev ketin, kuştî û birîndar hene
16 gulan, 2021   20:37
HESEKÊ

Çavkaniyên ji hundirê herêmê daxuyand ku vê êvarê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên dagirkirî yên li rojavayê Til Temirê de şer derket û tê de çekên sivik û giran hatin bikaranîn, lê sedema şer nayê zanîn.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama şer de gelek kuştî û birîndarên her du aliyan hene û rakirin nexweşxaneyên Serêkaniyê.

ANHA