Can Dundar: Tevî hemû zextan jî nekarîn dengê HDP'ê ji sedî 10 kêmtir bikin

Rojnamevan Can Dundar diyar kir ku tevî hemû zextên li ser HDP'ê jî dewleta Tirk nikare wê teslîm bigire û got "Tevî hemû zextan jî nekarîn dengê HDP'ê ji sedî 10 kêmtir bikin.” Dundar destnîşan kir ku divê li Tirkiyê peymaneke civakî ya nû bê amadekirin û muxalefet di nav de li hev bicive.

Can Dundar: Tevî hemû zextan jî nekarîn dengê HDP'ê ji sedî 10 kêmtir bikin
16 gulan, 2021   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Rojnamevan Can Dundar ê ji Tirkiyê ku niha sirgûnkirî ye, rûdanên antîdemokratîk ên li Tirkiyê, ‘Doza Kobanê’, tecrîda li ser HDP'ê û doza girtinê ya li hemberî HDP’ê nirxandin û got dozên ku hikumeta Tirk vekirine, siyasî ne.

Dundar diyar kir ku AKP li  Sûriyê şirîkê sûc e û bi siyaseta xwe re hewl dide ne tenê Sûriyê, Tirkiye jî ji nû ve dîzayn bike û ji bo rêxistinên çete yên mîna DAIŞ'ê Tirkiye veguherandiye qada veguhastin û derbasbûnê.

Li ser zext û tundiya li dijî rewşenbîr, rojnamevan û muxalefeta li Tirkiyê, Can Dundar got: “Ez dibêijm em nêzî dawiyê ne. Me bi rastî jî demek tarî derbas kir. Em behsa nêzî 20 salan dikin û van 6-7 salên dawîn zexteke girantir hebû. Ez hewl didim bi rengekî erênî lê binêrim. Tevî hemû zextan jî civak bi temamî teslîm nebû. Rojnamevanî gelekî zehmet bûye, lê bi saya hevalên me yên bi biryardarî li derve û li hundir tê dikoşin, civak li ber xwe dide. Ez bawer im ku em ê bi vê berxwedanê bi ser bikevin.”  

Can Dundar diyar kir ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hewl dide muxalefetê krîmînalîze bike û partiyên siyasî bigire û got: “Dê hemû komeleyan bigirin. Heta dê şertên leşkerî jî îlan bikin. Dê faşîzan be. Ji ber vê yekê divê em dest ji hin tiştan berdin û xwe ji rewşa herî xirab re amade bikin.”

‘DIVÊ EM BERXWEDANEKE BIBIRYAR BI RÊXISTIN BIKIN’

Dundar destnîşan kir ku Tirkiye roj bi roj ber bi faşîzmê ve diçe û diyar kir ku li hemberî vê yekê berxwedan girîng e û wiha axivî: “Bêguman di vir de 6 milyon hilbijêrên HDP'ê girîng in. Çarenûsa 80 milyonî li pêş me ye. Ji ber vê yekê divê em hemû berxwedaneke gelekî bibiryar bi rêxistin bikin û bi ser bixin. Ez difikirim ku Tirkiye dê ezmûneke gelekî girîng bide. Eger em bikarin desthilata faşîst a li Tirkiyê rawestînin em ê ji cîhanê re bibin mînak. Ji ber vê yekê divê em tiştên ku hikumet hewl dide bike, bidin aliyekî û bibînin ka em dikarin bi hev re çi bikin.”

‘JI BER KU HDP TESLÎM NABE, DIXWAZIN BIGIRIN’

Dundar destnîşan kir ku dixwazin HDP’ê bigirin û ‘Doza Kobanê’ ji bo vê yekê dikin hincet û wiha pê de çû: “Dixwazin HDP'ê bê girtin. Ev ne Doza Kobanê ye. Ev yek doza girtina HDP'ê ye. Dibînin ku HDP teslîm nebûye. Bi rastî jî nikarin dengên HDP'ê ji sedî 10’an kêmtir bikin. Hilbijêrên HDP'yî bi aqilane dengê xwe bidin. Me dît ku di hilbijartina Stenbolê de ev çawa dikare encamê biguherîne. HDP bû partiya bingehîn. HDP partiyeke xwedî tecrube ye. Vê yekê herî baş Erdogan dizane. Ji ber ku ji kevneşopeke siyasî tê ku 4-5 caran hatiye girtin. Her girtinek, partiyê xurt dike. Heman rewş dê dîsa dubare bibe.”

Can Dundar bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî Sûriyê û wiha pê de çû: “AKP bi polîtîkaya xwe ya Sûriyê hewl da ne tenê Sûriyê, Tirkiye jî dîzayn bike. DYA û heta Rûsyayê li dijî Tirkiyê hişyarî dan. Motîvasyon û fikara Komara Tirkiyê çi bû? Li ser sînor dewleteke Kurdan ava dibe û hewl dide pêşî lê digire.”

Dundar got têkiliya AKP’ê ya bi komên çete yên mîna DAIŞ’ê re îdeolojîk e û ji ber vê yekê destekê dide wan û wiha dewam kir: “Ev tenê bi Tirkmenan re ne sînordar e, piştgiriyeke mezin ji komên cîhadîst ên li wir re hatiye veguhastin û her kes bi vê dizane. Niha em dibînin; Îxwan El-Muslimîn li Stenbolê xwe bi rêxistin dike. Li wir biryargehê ava dike. Dema mirov îro li Dîlokê û Rihayê dinêre, dibîne ku çeteyên DAŞ'ê li wir hîn bi xurtî bi rêxistin in. Bêyî desteka hikumetê, ne mimkun e ev çêbe. Ji ber vê yekê tu nikare cîhanê îqna bikî. Hem Amerîka û hem jî Rûsya hewl didin Tirkiyê ji vê yekê dûr bixin û hewl didin îspat bikin ku bi rêya girtina car bi car ên li Tirkiyê, dev ji van siyasetên xwe berdaye. Ev rewş bi temamî hatiye qeydkirin. Ya ku di doza me ya têkildarî kamyonên MÎT'ê derket holê jî ev bû. Hikumetê nekarî înkar bike. Dê hesabê vê yekê bidin, ev dosya hê nehatiye girtin.”

‘ERDOGAN MUHTACÎ KRÎZEKÊ YE DA KU BIKARE JI TENGASIYÊ DERKEVE’

Dundar nirxandina xwe wiha domand: “Erdogan dixwaze krîzekê derxe. Hemû anket nîşan didin ka koalîsyona desthilatdar çawa dengan winda dike. Ji bo rawestandina vê meylê rêyek hebû. Pere dida. Ji bo belavkirinê pere neman. Tenê rêyek heye; krîzekê biafirînin. Ya ku Netanyahu niha hewl dide li Îsraîlê bike, wek formula yekane ya rizgarbûna Erdogan tê dîtin. Heke dikare krîzekê biafirîne, dibe ku dikare hilbijartinê dereng bixe, dibe ku rewşa awarte îlan bike. Dibe ku partiyan bigire û ji xwe re li çareseriyekê binêre. Dibe ku hewl bide bi muxalefetê re li hev bike. Ev hemû vebijêrk in, lê mîna min got, ya girîng ew e ku em çi dikin.

Di vê rewşê de tiştê ku divê em bikin ev e; eniya muxalefetê berfireh bikin. Ya duyemîn em bi hev re tev bigerin û ya sêyan jî ew e ku ji bo berevajîkirina rewşê hewl bidin, nîşan bidin bê ka piştî Erdogan xeyala me welatekî çawa ye û wê hestê bide mirovan ku ev welat dê bê xwedî nemîne.  Ji bo vê yekê jî divê HDP bi rola xwe rabe. Ez nabêjim ku nake lê divê bêtir di nava hevpeymana opozîsyonê de be.”

‘DOZA KOBANÊ GIRÊDAYÎ HEVSENGIYÊN SIYASÎ YE’

Têkildarî ‘Doza Kobanê’ ya li dijî endamên HDP’ê jî ku taloqî 18’ê Gulanê kiribûn, Can Dundar wiha axivî: “Heta ku hikumeta AKP'ê neqede ez êdî ji edaletê hêvîdar nîn im. Ev doz jî wekî gelekên din bi temamî bi hesabên Erdogan ve girêdayî ye. Ji ber ku em wan baş nas nakin û bi rojane diguhere, dadger, dozger li vir pir diguherin. Her tişt girêdayî Biden e. Erdogan dê çi qas tawîzan ji Ewropayê bigire? Muzakereya penaberan di kîjan qonaxê de ye? Hevsengiyên li Rojhilata Navîn çawa tên guhertin, Tirkiye dixwaze li Sûriyê çi rolê bilîze? Têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re çawa ne? Divê em li van hemûyan binêrin. Zehmet e ku em îro bibêjin dê çi bibe. Em niha bi dozeke siyasî re rû bi rû ne ku hiqûqî nîn e. Birêz Demîrtaş di zindanê de ev yek anî ziman. Tenê guhertina hevsengiyên siyasî dikare veguhere dozeke siyasî. Ji ber vê yekê divê em hewl bidin bi hemû hêz û qaweta xwe hevsengiyên siyasî biguherînin.”

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y9ZEzTnJyas" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>