KNK dê li dijî êrişên dewleta Tirk konferanseke neteweyî li dar bixe

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, anî ziman ku ev bêyî erêkirina hêzên navneteweyî ne pêkan e pêk were. Her wiha Karamûs diyar kir ku li dijî êriş û planên dagirkirinê amadekariya konferanseke neteweyî ya helwestdiyarkirinê dikin.

KNK dê li dijî êrişên dewleta Tirk konferanseke neteweyî li dar bixe
7 gulan, 2021   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Nîsanê de bi tevlêbûna hêzên hewayî û bejahî, li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyon da destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd çekên kîmyawî bi kar tîne. Heya niha ji bo komkirina delîlan tu şandeyên navnetewî tevnegeriyane. Der barê dagirkirin û pêkanîna sûcan de her çiqas qada navneteweyî bê deng be jî gelê Kurdistanê bi helwest e.

KNK ji bo diyarkirina helwestan li dijî hewldanên qirkirin û dagirkirina Kurdistanê amadekariya konferansekê dike.  

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyawî de ji ANHA’yê re axivî.  

`ÊRIŞ BI ERÊKIRINA DEWLETAN PÊK TÊN`

Ehmed Karamûs diyar kir ku komkujiyên li Dêrsim, Koçgirî, Agirî û yên serhildana Şêx Seîd heya niha jî didomin û got: “Şerê dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan ku ev çend salan wekî konsepteke bermahiya qetlîamên li dijî Kurdan ji beriya sed salî ve dihat meşandin, îro jî berdewam dike. Êriş û dagirkirina dewleta Tirk bi çekên herî pêşketî û bi ser de jî bi çekên kîmyawî ji Efrînê heya Zapê bi kar anîn. Bêguman ev stratejî ne ya dewlet a Tirk a bi serê xwe ye. Konsensûseke giştî ya Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Iraq ye, ji ber ku ew bi tu rengî statu û destkeftiyên gelê Kurd qebûl nakin. Ev êrişên dagirkeran bê erêkirina dewletên emperyalîst û bi taybet jî Tirkiyê ku berjewendiyên wan di vî şerî de hene, nîn e. Serkêşiya wê jî Îngilîstan, dewletên NATO, Yekitiya Ewropayê û Rûsya dikin.”

Karamûs da xuyakirin ku dewlet ji aliyekî ve dibêjin ku ew piştgiriya gelê Kurd dikin, lê ji aliyekî din ve jî bi teknolojî û çekên xwe yên kîmyawî piştgiriya dewleta Tirk dikin ku êrişî Kurdan bike û got: “Ev dewletên ku çekan didin dewleta Tirk ma nizanin ku qetlîaman pêk tîne yan jî ji bo 2023`yan sînorên Misaqî Mîllî dagir bike, êriş dike? Dewletên Ewropayê û NATO jî vê tiştî dizanin. Ji 23-24`ê Nîsanê heya roja îro bi tu awayî li hemberî bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd, tu deng ji tu dewletekê dernakeve.”

‘BI AGAHIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ÇEKÊN KIMYEWÎ TÊN BIKARANÎN’

Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî di êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê, Başûr û Bakurê Kurdistanê de gelek caran bi kar anîne. Karamûs li ser bikaranîna çekên kîmyewî re diyar kir ku ev bê destûra dewletên navneteweyî pêk nayê û got: “Peymana şer û bikaranîna çekên kîmyewî yên navdewletî ku qedexe ye dewleta Tirk bi rehetî bê tirs li hemberî gelê Kurd bi kar tîne. Ev gelek caran hatiye îspatkirin. Heya hêzên leşkerî daxwaza şandeyeke navnetewî ji bo lêkolînan kirin ku di destê wan de jî îspat hene. Lê tu deng ji dewletan nehat û pêwîstiyê jî pê nabînin ku tu şandeyên xwe bi rê bikin û lêkolîn bikin. Derdikeve hole ku bi erêkirina hinek dewletan ên ku dikarin siyaseta navdewletî û Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe li ser deynin, ev çek tên bikaranîn. Ev ne şerekî lokal e. Êdî gelê Kurd divê helwesteke neteweyî li dijî qirkirin û dagirkeriyê bide nîşandan.”

‘BILA TU KES XWE NEXAPÎNE’

Karamûs destnîşan kir ku divê her kes di vê qonaxê de seferber bibe ku bikarin pêşî li qirkirin û bikaranîna çekên kîmyewî bigirin û wiha berdewam kir: “Ger em wiha tev negerin hebûna gelê Kurd di bin metirsiyeke mezin de ye. Bila tu kes xwe nexapîne. Armanca vê êrişê dagirkirina tevahî Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê statuyek heye, dixwazin ji holê rakin. Ew komkujiya bi serê Ermen û Suryanan de anîn, heman planan li ser gelê Kurd pêk bînin.”

KONFERANSA NETEWEYÎ

Karamûs got di demeke nêz de dê konferanseke neteweyî li dar bixin û wiha dewam kir: “Wek KNK di demeke nêz de amadekariya konferansekê ya helwestwergirtinê li ser asta partî û rêxistinên Kurdistanê dikin. Armanca me ew e ku li dijî xetereya êrişan, komkujî û dagirkeriyê ji serokên partî, rêxistinên siyasî yên civakî, kesayetên welatparêz, ronakbîr, rewşenbîr, entellektuel helwesteke hevbeş bigirin. Îro erka neteweyî li ser milê her kesî ye. Divê her kes li ser vê berpirsyariyê rabe.”

`DAXUYANIYÊN BARZANÎ ŞERMEZAR DIKIN`

Karamûs der barê agahiyên li ser rêkirina pêşmergeyan li dijî gerîlayan dane şer kirin û daxuyaniya Mesrûr Barzanî  got: “Rêkirina pêşmergeyan metirsiyeke mezin e. Em bang li pêşmerge, parlamento, hikumetê dikin ku hesasiyet, gef û xetereya li ser deskeftiyên gelê Kurd bibînin. Cîhan giştî pê serwext e ku dewleta Tirk êdî ji rewşa mirovatiyê derketiye û bûye êrişkarekî devbixwîn. Rûxmî wê jî Mesrûr Barzanî ku dibêjê `nakokiyên dewleta Tirk bi Kurdan re tune ne`. Ev ji heqîqet, parastina deskeftiyên neteweyî gelekî dûr e. Helwest û daxuyaniyên bi vî rengî em bi tu şêwazî qebûl nakin. Daxuyaniyên ku dewleta Tirk mafdar derxe, em şermezar dikin.  Em ê bi hemû hêza xwe partî, rêxistin, kesayet, rewşenbirên ku di bin sîwana KNK`ê de ye li hemberî wan helwestên li dijî deskeftiyên gelê Kurd rawestin.”

ANHA