​​​​​​​3. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Tebqayê dest pê kir

Bi sponseriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Çandê ya Tebqayê 3'yemên Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li dar xist.

​​​​​​​3. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Tebqayê dest pê kir
​​​​​​​3. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Tebqayê dest pê kir
​​​​​​​3. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Tebqayê dest pê kir
​​​​​​​3. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Tebqayê dest pê kir
6 gulan, 2021   17:39
TEBQA

Bi diruşma "Pirrengiya me çavkaniya bedewbûn û hêza me ye..bi hev re em hunerê bikin buharek di dilê xwe de", Komxebata Sêyemîn a Rojava ya Hunera Şêwekariyê li bajarê Tebqayê li qiraxa gola Firatê dest pê kir.

Gelek şêwekar, wênesaz, endamên deste û komîteyên çandê û endamên saziyên sivîl beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Tebqayê Ebdulezîz El-Esker axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Ev komxebat nameya hezkirin û aştiyê ji cîhanê re ye, her wiha ji bo danasîna kevneşopiya şaristanî û pirrengiya çandî ya li herêmê ye."

El-Esker şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Diruşma îsal a komxebatê li gorî pirrengî û lihevhatiya pêkaniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha nîşaneya tabloyeke mûzaîk e ku jiyana hevbeş a li herêmê dide xuyakirin."

Piştre beşdaran li hola pêşangehê geriyan.

Qonaxa yekemîn a komxebatê dê heta 11'ê Gulanê dewam bike. Di vê qonaxê de dê tabloyên xwe amade bikin. Piştre di 18'ê Gulanê de dê komxebat veguhêze bajarê Qamişloyê ku qonaxa duyemîn bi rêya pêşangeha 4'emîn a were temamkirin. Pêşangeh dê li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo were vekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D_321FbQu_0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>