​​​​​​​Xelîl Ebdo: Rêveberiya Xweser projeyeke rasteqîn a bidawîkirina aloziya Sûriyê ye

Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Xelîl Ebdo got Rêveberiya Xweser kapasîteya xwe îsbat kir ku ew ji bo bidawîkirina aloziya Sûriye projeyeke rasteqîn e, her wiha rêveberiyê gelek destkeftî di piranî aliyan de bi dest xistin.

​​​​​​​Xelîl Ebdo: Rêveberiya Xweser projeyeke rasteqîn a bidawîkirina aloziya Sûriyê ye
6 gulan, 2021   04:10
REQA-EHMED EL-ELÎ

Rêveberiya Xweser bi kedên hevbeş ên ji Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkheteyên herêmê û li gorî fikireya Rêber Abdullah Ocalan di 2014’an de hate damezrandin û ev system xwe bi xwe herêmên xwe bi rê ve dibe.

Rêveberiyê gelek serkeftinên berbiçav di aliyên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de bi dest xistin, lê belê ew rûbirûyî gelek xeteriyan re ma, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker a ku bi hemû hêza xwe hewl dide vê rêveberiyê bi bin bixe û têk bibe.

Girêdayî mijarê endamê Têkiliyên Giştî yên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xelîl Ebdo wiha got: "Rêveberiya Xweser kapasîteya xwe îsbat kir ku ew ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê projeyeke rasteqîn e, di gel ku ji bilî wê, tu aliyan di şerê Sûriyê de tu çareserî ji aloziya Sûriye re pêşkêş nekir."

Xelîl Ebdo wiha domand: "Rêveberiya Xweser ewlehî û aramî ji gelên herêmê re pêk anîn, aborî bi pêş xist û hinek pirrengiya siyasî li herêmê pêk anîn. Bi wê re em dibînin ku her partî serbixwe ye."

Xelîl Ebdo da zanîn ku pergala Rêveberiya Xweser li ser bingeha xwebirêvebirina herêman bi xwe ye. Lê ev yek jî di gel pirrengiya etknîkî û mezhebî ya li Sûriyê divê pêk bihate. Lê rejîma navendî, yek partî û piranî etnîk di vê yekê de bi bin ketin.

Xelîl Ebdo diyar kir ku saziyên ku di dema serweriya Baasê de hebûn xizmetî desthilatê dikirin, lê saziyên ku Rêveberiya Xweser ava kirine, ji gel re ne û yên bi rê ve dibe, gel e.

Xelîl Ebdo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di demeke kurt de saziyên ku di şer de hatine wêrankirin, nû kirin û binsaziya wê ji nû ve ava kirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gelek dostên Rêveberiyên Xweser li Ewropa, dewletên Ereb û hin rêxistinên navneteweyî hene û gelek daxuyaniyên şandeyên biyanî jî hene ku serkeftina projeya Rêveberiya Xweser misoger dikin. Em jî bi hêvî ne îtîrafeke giştî bi rêveberiya me were kirin."

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rJwRrgAC9eQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>