Rapora Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyê ya Nîsanê: 48 rojnamevan tên darizandin

Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyê ragihand ku di meha Nîsanê de 48 rojnamevan tên darizandin jê re bi giştî 485 sal ceza xwestin.

Rapora Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyê ya Nîsanê: 48 rojnamevan tên darizandin
3 gulan, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Cemiyeta Rojnamevanan têkildarî doza li dijî rojnamevanan rapora meha Nîsanê ya sala 2021'an eşkere kir.

Rapor ji aliyê rojnamevan Hayrî Demîr ve hate amadekirin û tê de hate diyarkirin ku di meha Nîsanê de li bajarên Stenbol, Wan, Mêrdîn, Êlih, Qers, Semsûr, Edîrne, Agirî û Amedê di 21 dozên cuda de herî kêm 49 rojnamevan hatin darizandin.

Di dozên navborî de hate xwestin ku 48 rojnamevan heta 485 salan bên cezakirin. Têkildarî 5 rojnamevanên girtî dihatin darizandin jî biryara berdanê hat dayin.

Di raporê de hate ragihandin ku li Enqere, Amed û Stenbolê 10 rojnamevan hatine destgîrkirin.