Parlamenterê iraqî: Divê zext werin kirin da ku hemû leşkerên Tirk ji nav xaka me derkevin

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mensur Beêcî bang li hikumeta Iraqê kir ku nehêle dewleta Tirk baregeheke nû li Iraqê çêke û got “Pêwîst e ji bo ku di demeke zû de hemû leşkerên Tirk ji nav xaka me derkevin, zext werin kirin.”

Parlamenterê iraqî: Divê zext werin kirin da ku hemû leşkerên Tirk ji nav xaka me derkevin
2 gulan, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe ya hemberî dagirkeriyê diparêze.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mensur Beêcî li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê got: “Avakirina baregeheke leşkerî li Herêma Kurdistanê û bê razîbûna hikumetê, li ser xaka Iraqê ragihandina dagirkeriyek fermiye. Nabe ev yek bê qebûl kirin, ji bo ku Tirkiye baregehek nû ava neke, divê Hikumeta Iraqê bi awayek lezgîn xwedî helwest be. Ji ber ku em ne beşek ji xaka Tirkiyê ne ku ew baregehên leşkerî ava bikin.”

Mensur Beêcî got ew avakirina baregehek leşkerî ya artêşa Tirk di nava xaka xwe de qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ji ber ku em ne gundek yan jî baxçeyek ê pişta Tirkiyê ne ku her car xwestin di nava xaka me de baregehek ava bikin. Eger bixwaze karek bi vî awayî bike, wê helwesta me jî hebe.”

Parlamenterê serbixwe Beêcî wiha lê zêde kir: “Divê parlamento û rêveberên Iraqê li hemberî kiryarên Tirkiyê xwedî helwest bin û rê nedin Tirkiye baregeheke leşkerî ava bike. Ji ber ku nabe Tirkiye vî karê ne heq bike. Ji bo vê pêwîst e bersivek tund dijî Tirkiyê hebe. Pêwîst e ji bo ku di demeke zû de hemû leşkerên Tirk ji nav xaka me derkevin, zext werin kirin.”