​​​​​​​Ji bo pîrozkirina Paskalyayê xiristiyan berê xwe didin dêran

Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên xiristiyan cejna Paskalyayê pîroz dikin û berê xwe didin dêran da ku ayînên taybet bi cih bînin.

​​​​​​​Ji bo pîrozkirina Paskalyayê xiristiyan berê xwe didin dêran
2 gulan, 2021   09:43
QAMIŞLO

Paskalya anku Cejna Qiyametê, ji girîngtirîn cejnên xiristiyan e. Xiristiyan di vê rojê de vejîna Îsa pêxember piştî 3 rojan ji xaçkirinê, pîroz dikin. Di vê rojê de Rojiya Mezin ku 50 rojan dom dike, bi dawî dibe.

Şahî li dêran bi dengê zengilên dêran, nimêj û ayînên taybet ên Paskalyayê dest pê dike.

Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Suryan, Asûr û Keldan) ji saetên serê sibehê ve berê xwe didin dêran da ku cejnê pîroz bikin.

Di Paskalyaê de wek nîşaneya vejînê hêk tên boyaxkirin û li zarokan tên belavkirin. Her wiha xiristiyan dêr û malan dixemilînin.

Meryem Şemion ku tev li şahiyê bûye, diyar kir ku ew beriya roja cejnê 40 rojan rojiyê digirin, piştre Hefteya Êşan tê, paşê Îna Mezin ku roja defnkirina Îsa pêxember e, piştre Şemiya Nûr tê (li gorî bawriya xiristiyanan di vê rojê de mucîze çêdibe û “Agirê Pîroz” ji gora pêxember a li dêra Qiyametê ya li Qudsê derdikeve). Di dawiyê de roja yekşemê Paskalyayê pîroz dikin.”

Meryem destnîşan kir ku gelek nîşaneyên vê rojê hene û wiha domand: "Rengandina hêkan nîşaneya Meryem El-Mecderiyê ye dema çû mizgîniya rabûna pêxember ragihîne. Ji wê demê ve boyaxkirina hêkan bû ji sembol.”

Meryem got: “Ayîn 7 rojan didome. Di wan rojan de em serdana dêrê dikin.“

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XzIbXBAX0QY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>