Li Herêmeke Pîşesaziyê ya Îranê şewat derket

Agir bi herêma pîşesazî ya bajarê Qum a li navenda Îranê ket, di encamê de 6 kes birîndar bûn û gelek kargeh şewitîn.

Li Herêmeke Pîşesaziyê ya Îranê şewat derket
2 gulan, 2021   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma pîşesazî ya bajarê Qum a Îranê, agir bi gelek kargehan ket. Tê gotin agir ji ber sedemeke nediyar dest pê kiriye.

Berdevkê Beşa Lezgîn a bajarê Qum Mehdî Ferhanî da xuyakirin ku di encama şewatê de 6 kes birîndar bûne.

Li gorî medya Îranê, di şewatê de gelek kargehên mezin şewitîne. Heya niha nayê zanîn bê ka agir ji ber çi bi herêma pîşesaziyê ketiye.