Etyopyayê daxwazên Misirê rexne kir

Aloziya bendava Nehdayê ji beriya çend salan ve dewam dike û tu çare jê re nayên dîtin. Etyopyayê car din Misir rexne kir û daxwazên wê yên parastina peymanên serdema mêtîngeriyê bi daxwazên “ne aqilane” bi nav kir.

Etyopyayê daxwazên Misirê rexne kir
30 nîsan, 2021   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yên Etyopyayê Ridwan Hisên duh daxuyand ku hemû fikarên Sûdanê hatine çareserkirin û got: "Divê civaka navneteweyî zanibe ku hemû fikarên Sûdanê bi awayekî guncaw hatine çareserkirin, lê Misir pêşkêşkirina daxwazên  xwe yên ne aqilane yên parastina peymanên serdema mêtîngeriyê didomîne.”

Hisên hêvî kir ku navbeynkariya bi pêşengtiya Yekitiya Afrîkayê bigihîne çareseriyeke guncaw ji bo her du aliyan û redkirina welatê wî îmzekirina peymanan di ber çavan re bigire.

Ev yek piştî ku wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukirî teqez kir ku Etyopya gelek navbeynkariyên ji bo çareserkirina vê krîzê red kiriye û di helwesta xwe de ya di dan û standinên dawîn de bi îsrare, pêk tê.

(dx)