Hişyariyên ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, berdewam in

Yekitiya Koperatîfên Çandiniyê têkildarî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hişyar dan ku dê bibe sedema keraseteke mirovî. Li aliyekî din Meclisên Malbatên Şehîdan ên Tebqa, Reqayê û Minbicê gotin qutkirina avê sûcekî şer e.

Hişyariyên ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, berdewam in
27 nîsan, 2021   12:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Kooperatîfên Çandiniyê yên girêdayî rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û hişyar da ku dê di encamê de keraseteke mirovî li herêmê rû bide.

Endamên yekitiyê li pêşiya avahiya rêxistinên civaka sivîl a li naverasta Reqayê kom bûn û tev li dayîna daxuyaniyê bûn. Hevserokê Yekitiya Cotkaran Mihemed El-Salim daxuyanî xwend.

`KUŞTINA NETEWEKÊ BI TEMAMÎ`

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên birîna ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin ku di encamê de zevî telef bûn û bor bûn, bi vê yekê netewekê bi giştî qir dike.

Yekitiyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahiyê rawestînin û banga vekirina li pêşiya ava çemê Firatê li gorî lihevkirinên navneteweyî yên di navbera Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê de kir.

`DIVÊ RÊXISTINA FAO VÊ MIJARÊ BIŞOPÎNE`

Her wiha yekitiyê bang li rêxistina FAO ya kar û barên çandiniyê kir ku vê mijarê bişopîne û qanûnên navneteweyî yên der barê vê mijarê de pêk bîne.

`ŞEREKÎ ABORÎ`

Girêdayî heman mijarê Meclisên Malbatên Şehîdan ên Tebqa, Reqayê û Minbicê, daxuyaniyeke hevbeş dan raya giştî. Li Tebqayê endama meclisê Foze El-Mihemed û li Reqayê endama meclisê Fatme Hisên El-Îsa û li Minbicê jî hevserokê meclisê Rebî Izedîn ve daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniya hevbeş de, qutkirina dewleta Tirk ji ava çemê Firatê re û êrişên wê yên li dijî çiyayên Avaşîn, Zap û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê hatin şermezakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi qutkirina avê şerekî aborî li dijî şêniyên herêmê dimeşîne ku jêdera bingehîn a şêniyên herêmê ye ku di çandiniyê, derxistina kehrebeyê û peydakirina ava vexwarinê de bi kar tînin.

Di daxuyaniyê de teqezî li berdewamkirina berxwedana ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hat nîşandan, hat kirin.

`SÛCEKÎ ŞER E`

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku sûc û kiryarên dewleta Tirk rawestînin û beriya ku keraseteke mirovî bi serê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were, ava çemê Firatê careke din bidin herikandin.

MALBATÊN ŞEHÎDAN DÊ PIŞTGIRIYA HPG`Ê BIKIN

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Avaşîn, Metîna û Zapê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze vîn û giyana neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn têk bibe.

Di daxuyaniyê de hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina wan çiyayan bi binketî hatin wesifandin û ev yek hat gotin: “Hêzên me li hemberî wan li ber xwe didin û destanên lehengiyê nîşan didin. Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku dewleta Tirk hewl da êrişî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bikin lê bi bin ket.”

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê piştgiriya xwe ya ji bo HPG`ê ragihand û got: “Em ê piştgiriya wan bikin. Ji bo rizgarkirina axa me û tunekirina dagirkera Tirk ciwanên me amade ne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T5B5cM3fIzI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>