Meclisa Jinan:Hêzên ewlekariyê dîmena rastîn a pêkhateyên herêmê nîşan da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Hêzên Ewlekariya Hudnirîn (Asayîş) silav kir û gotin ev hêz dîmena rastîn a bi rûmet a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.

Meclisa Jinan:Hêzên ewlekariyê dîmena rastîn a pêkhateyên herêmê nîşan da
27 nîsan, 2021   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî şeva 20`ê Nîsan êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda kir ku di encamê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû. Piştre şer li taxa Teyî destpê kir û bi derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxê bi dawî bû.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li hemberî çeteyên Dîfaa El-Wetenî silav kir ku di encamê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi temamî ji taxa Teyî hatin derxistin.

Meclisê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn milk û malên sivîlan parastin û vegera bi rûmet a şêniyên taxê, dabîn kir, bi vê yekê dîmena rastîn a serfirazî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da ku bi hev re bi biratî dijîn.

(şx)

ANHA