​​​​​​​Eşîrên Ereb: Pêkhateyên herêmê ji komployan hişyar in

Şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Reqayê gotin: "Çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk an ji hikumeta Şamê digirin alav in,  ji bo gurkirina agirê fitneyan û têkbirina projeya rêveberiya xweser tev digerin."

​​​​​​​Eşîrên Ereb: Pêkhateyên herêmê ji komployan hişyar in
28 nîsan, 2021   00:38
REQA-EHMED EL-ELÎ

Şêx û rûspiyên eşîrên ereban îşaret bi armancên li pey kiryarên ku çete li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bi taybet qetilkirina pêşengên eşîran kir û got, ev kiryar bi hewldana derxistina fitneyên di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Şêxê qebîleya El-Welda yê eşîreya El-Elî, Remezan El-Rehal got: "Armanca qetilkirina pêşengên eşîran; têkbirina ewlehî û aramiya li hermên me ye, her wiha ji bo têkbirina aştiya navxweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Remedan El-Rehal sedema hewldanên derxistina fitneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê spart, serkeftina herêmê ya di têkbirina terora DAIŞ'ê û avakirina civakekê de ku li ser bingehê biratiay gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin.

El-Rehal ev xal li gotina xwe zêde kir: "Gelek alî hewl didin projeya rêveberiya xweser derbe bike, çeteyên Dîfaa El-Wetenî ku hikumeta Şamê piştgiriya wan dike her ji demekê ve fitneyan derdixin, li aliyekî din çeteyên artêşa Niştimanî ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin jî êriş dikin. Her wiha û şaniyên DAIŞ`ê jî ku li herêmê belav bûne û hîn jî hene ku ew jî dewleta Tirk piştgiriya wan dike. Siyaseta ku ev çete didin meşandin êdî ji cîhanê re neveşartîye û tevde jî bi armanca pereyan xwe firotine û yê sûrî jî birayê xwe yê sûrî dikuje da ku dolaran bistîne û  xizmeta berjewendiyên dewletên dagirker bike."

Li aliyekî din jî şêxê eşîra El-Şibil, Emar El-Hamî jî bal kişand ser armanc û berjewendiyên dewletan. El-Hamî şehîdxistina şêx Hayis El-Ciriyan şermezar kir û got: "Fitneyên ku komên çeteyan dixwazin li hermê derxin dê cihên xwe negirin, têkiliyên di navbera şêniyên herêmê de têkiliyên xwînê ne, xwîna şehîdên ku tev li hev bûye da ku herêm ji hovîtiya DAIŞ`ê rizgar bibe."

(eh)

ANHA