Meclisa Navçeya Qamişlo: Divê şênî nekevin xefka lîstokên çeteyên Dîfaa El-Wetenî

Meclisa Navçeya Qamişlo diyar kir ku aloziya li Qamişlo tê derxistin ji bo derbekirina biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina ewlehiyê ye. Meclisê bang li pêkhateyên herêmê kir ku nekevin xefka lîstokên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî û piştevanên wan pêk tînin.

Meclisa Navçeya Qamişlo: Divê şênî nekevin xefka lîstokên çeteyên Dîfaa El-Wetenî
24 nîsan, 2021   16:52
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Qamişlo têkildarî alozî û tevliheviya ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî li Qamişlo derdixînin, daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Navçeya Qamişlo Muna Farûq daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Aloziya dawîn ku li Qamişloyê hatine derxistin, encama tevgera çeteyên Dîfaa El-Wetenî û êrişa wan a li ser bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Bi wê yekê dixwazin fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin û aramiyê têk bibin.

Nakokiyên çeteyên Dîfaa El-Wetenî nîşaneya ku dikeve xizmetî ajandeyên derve û nakevin xizmetî berjewendiyên nîştimanî. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî pêkhateyan bi hev re dijîn û tu kes hev înkdar nake, tu şer an jî nakokî di navbera wan de bi der neketine.

Tevliheviya ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî derdixin û qitilkirina endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xalid Hacî û rûspiyê eşîra Benî Seba şehîd Hayis El-Ciriyan bi hewldana derbekirina biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de ye, bi taybet pêkhateyên Kurd û Ereb.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl didin niha taxa Teyî ji van çeteyan paqij bikin, ew yek li gorî bang û xwesteka şêniyên herêmê bi taybet pêkhateya Ereb a li taxa Teyî pêk tê. Meclisa Navçeya Qamişlo amade ye ku şêniyên li taxa Teyî bihewîne heta ku hemleya paqijiyê bi dawî dibe.

Em bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku nekevin xefik û lîstokên çeteyên Dîfaa El-Wetenî û alîgirên wan, divê şêniyên herêmê li dora têgeha neteweya demokratîk û avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokrat a nenavendî bicivin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6R_w0dPr_Bk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>