Gerîndetiya Çandiniyê li Hecînê dest bi telefkirina kuliyan kir

Gerîndetiya Çandiniyê ya bajarê Hecînê dest bi hemleya telefkirina kuliyan ku ketine nava zeviyên çandiniyê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, kir.

Gerîndetiya Çandiniyê li Hecînê dest bi telefkirina kuliyan kir
24 nîsan, 2021   09:53
DÊRAZOR

Gerîndetiya Çandiniyê ya bajarê Hecînê bi destkedayîna Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi reşadina dermanên tunekirina kuliyan kir ku xetereyê li ser mewsima çandiniyê çêdikin.

Nûnerên Meclisa Xeta Rojhilat, Yekitiya Cotkaran, Şaredariyên Gel, tîma agirkujiyê û xwediyên zeviyên ku zerar dîtine, tev li hemleyê bûn.

Tê zanîn ku pêla kuliyan roja duşema borî keta nava zeviyên çandiniyê yên li herêmê û ji rojavayê çemê Firatê ji aliyê sînorê Iraqê ve derbasî herêmê bû.

(bx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pi4KDXVii-g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>