Rêxistinên jinan: Endamtiya Îranê di komîteyeke têkildarî jinan de ji jinên îranî re îxanet e

Rêxistinên jinan ên Îranê yên li Ewropayê destnîşan kir hilbijartina Îranê wek endam di komîteyeke Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî jinan de, îxaneta li jinên îran ye ku desthilatên Îranê jinan kêmtirî mêran dibînin.

Rêxistinên jinan: Endamtiya Îranê di komîteyeke têkildarî jinan de ji jinên îranî re îxanet e
24 nîsan, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan ên Îranê yên li Fransa, Swêd û Îtalyayê hilbijartina Îranê wek endam di komîteyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî rewşa jinan de, şermezar kir û got ev endamtiya ku dê 4 salan berdewam bike, ji hemû jinên Îranê re îxanet e.

Roja înê her 3 rêxistinan; Komeleya Jinên Îranê ya Fransayê, Komeleya Jinên Îranê ya li Swêdê û Komeleya Jinan a Demokratîk ên Îranê ya li Îtalyayê bi daxuyaniyeke hevbeş got: "Em komeleyên jinan hilbijartina rejîma Îranê wek endam di komîteya NY`yê ya têkildarî rewşa jinan de, wek îxanetekê ji hemû jinên îranî re bi nav dikin ku di dirêjahiya 40 salî de bûn qurbaniyên sereke yên vê pergalê."

Roja sêşemê Meclisa Aborî û Civakî ya NY`yê Îran wek endam di Komîteya NY`yê ya têkildarî rewşa jinan de ji bo 4 salan, hilbijart. Ev endamtî di civîna yekemîn a gera 67`an a sala 2022`yan de dest pê dike.

Komîteya NY`yê ya têkildarî rewşa jinan; desteya navneteweyî ya sereke ye ku ji bo xurtkirina wekheviyê di navbera her du zayendan de û ji bo pêşxistina jinan xebatê dimeşîne.

(bx)