Parêzerên rêber Abdullah Ocalan dîsa serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan dîsa serî li dozgeriyê da
19 nîsan, 2021   10:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Serdozgeriyê ji ber “nexşerêya” rêber Abdullah Ocalan di 23’yê Îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê dabû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya lê heta niha jî bersiva parêzeran nehatiye dayîn.

Ji parêzerên rêber Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulana 2019’an, 12 û 18’ê Hezîrana 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel muwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.