Li kampa Holê êrişa çekdarî: Penaberekî iraqî hate qetilkirin, 2 jin birîndar bûn

Li sûka kampa Holê kesên nenas êrişeke çekdarî pêk anîn, di encamê de penaberekî iraqî hate qetilkirin û du jin bi giranî birîndar bûn.

Li kampa Holê êrişa çekdarî: Penaberekî iraqî hate qetilkirin, 2 jin birîndar bûn
17 nîsan, 2021   13:09
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, êrişa li ser penaberên iraqî bi demançeya bêdeng pêk hat.

Di encamê de penaberê iraqê yê bi navê Îbrahîm Hisên El-Elî (37) hate qetilkirin û du jinên penaber; Îman Xelef El-Cerad (26) û Şehed Mihemed Casim (27) bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hêzên ewlehiya kampê dane, êriş li sûka beşa penaberên Iraqê di dikaneke înternêtê de pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê dest bi lêpirsînê kirin.

Hêjaya bi bîrxistinê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di operasyona Mirovî û Ewlehiyê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê di nav de serçete girtin û miqdareke mezin çek û pergalên teqemeniyê desteser kirin.

ANHA