Rojnameyên erebî: Girtina dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ku karesatekê çêke

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa tenduristî di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û rewşa Lîbya û Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Girtina dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ku karesatekê çêke
17 nîsan, 2021   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI KAMPÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇAVKANIYÊN NÛ YÊN KORONAYÊ’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh di kampa Holê de ku di nava rewşeke mirovî û tenduristî ya zehmet de ye, 3 kes bi vîrusa koronayê ketin. Bi vê yekê hejmara pêketiyan ji destpêka mehê de li kampê bû 6 kes. Di heman demê de Rêxistina Rizgarkirina Zarokatiyê (Save The Childhood) a navneteweyî bilindbûna hejmara pêkhateyan di kampên koçberan de qeyd kir û ragihand ku 46 kes di 3 kampên li parêzgeha Hesekê de bi koronayê ketine.

Rêxistinê di raporeke xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir, hişyarî ji ber xirabûna rewşên her sê kampan û bilindbûna hejmara pêkhateyên vîrusê da.”

Gerînendeyê rêxistinê Sonya Kush ji rojnameyê re wiha axivî: "Ev hejmar pir bi fikar in. Heger ev cure dewam bike, di demeke nêz de dê nexweş û navendên karantiyê ku derfetên xwe yên sînordarkirî hene, tijî bibin.”

“Her wiha Sonya Kush metirsiyên xwe ji ber bandora mezin li ser zarokan, eşkere kir.

Rêveberiya kampa Holê û Heyva Sor a Kurd hişyarî ji ber rewşa karesatî ji ber belavbûna vîrusê di nava niştecihên wê de da. Di kampa Holê de zêdetirî 62 hezar kes dijîn. Hejmara pêketiyên Kampa Roj jî ji destpêka meha Nîsanê ve 28 hezar kes e. Kampa El-Erîşe jî gihaşt 15 hezar kesan û ev kampên navborî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser duh ragihand ku ji ber vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes mirine û 220 kesên din pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mustefa tekez kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêmbûneke zêde di alavên tenduristiyê de heye û got ev yek ji ber dergehê Til Koçerê (El-Yerûbiyê) bi vetoya Rûsya û Çînê ji destpêka salê de hetiye girtin û ev yek dihêle ku xetereyeke zêde ji ber belavbûna vîrusa koronayê çêbe.

Rêxistina Save The Childhood jî metirsiyên xwe ji ber bilindbûna hejmara pêketiyên eşkere kir û got dibe hejmara rast ji ya ku hatiye ragihandin zêdetir be, ji ber navendên ku testan çêdikin di kampan de kêm in.

Sonya Kush destnîşan kir ku praniya pêketiyên hatine ragihandin, dayik bûn û hin ji wan derbasî navendên karantînayê bûne. Rêxistinê bang li hikumetên navneteweyî û rojavayî kir ku xebatên xwe zêde bikin û erka xwe pêk bînin da ku malbatên di kampan de vegerînin.

'HEVGIRTINA ÎXWANAN Û LOBIYÊN GENDELIYÊ JI DERVEYÎ HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ NE'

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Xebata siyasî û hilbijartinên giştî li Lîbyayê ku tê payîn di meha Kanûnê de werin lidarxistin, destekdayîneke navneteweyî û herêmî digire. Meclisa Ewlehiyê ya navneteweyî roja înê bi giştî biryar da ku destekê bidin geşedanên li Lîbyayê ku dikeve xizmeta pêkanîna aştî û ewlehiyê."

Brîtanyayê bang li aliyên şer ên li Lîbyayê kir ku li hev bikin, xebatên dijminahiyê bisekinînin lê koma Îxwan û lobiyên gendeliyê hewl didin ku van hilbijartinin asteng bikin û paşde bixin.”

‘BERIYA HILBIJARTINAN EL-SEDR DI NAVA TEVGERÊ DE YE’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavkaniyên iraqî got Şepêla El-Sedr dest bi amadekariyên hilbijartinên Iraqê kir û ew ê xwe wek alternatîfa çalak û neradîkal a şîe ji DYA`yê re nîşan bide."

 (bx)