​​​​​​​Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de leşkerek hat kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li Xurmatûyê ya Iraqê êrişî leşkerên Iraqê kir. Di êrişê de leşkerek hat kuştin û 2 leşker birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de leşkerek hat kuştin
15 nîsan, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê şevê din çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve êrişî leşkerên Iraqê kir.

Der barê êrişê de rêveberê polîsên Xurmatûyê Emîd Hisên Elî agahî dan û got: “Êriş li gundê Hilêwe pêk hat, DAIŞ’ê ji sê aliyan de êriş kir, bi qasî nîv saetê pevçûn berdewam kir. Di encama êrişê de leşkerek bi navê Qasim Kazim Ude jiyana xe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.”