Asayîşa PDK’ê hewl dide aktîvîst Hawrê Kurdî ji Hewlêrê derxe

Aktîvîstê siyasî Hawrê Kurdî ku bi sedema li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabûye gelek caran hate destgîrkirin û bû hedefa êrişan bal kişand ser gefên PDK'ê û got, "Armanca asayîşa PDK'ê ew e ku min ji Hewlêrê derxe."

Asayîşa PDK’ê hewl dide aktîvîst Hawrê Kurdî ji Hewlêrê derxe
15 nîsan, 2021   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanê siyasî Hawrê Kurdî bi dehan caran ji aliyê hêzên Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin û herî dawî êrişek lê hatibû kirin.

Hawrê Kurdî Li ser Facebookê peyamek bi dîmen parve kir û tê de diyar kir ku bê hincet kehrebeya mala wî ji aliyê Asayîşê ve hatiye qutkirin û got: "Ev 8 roj e kehrebeya mala min ji aliyê navenda asayîşê ya Newroz ve hatiye qutkirin. Di vê rojiya Remezanê de di dema fitarê de elektirîk (kehrebe) nîn e. Elektrîka Hewlêrê hemûyê heye lê ya min hatiye qutkirin."

Hawrê Kurdî li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Kurdî anî ziman ku 19'ê Çileya 2021'ê komek nenas êrişî wî kiriye. Hawrê Kurdî li ser vê yekê mala xwe ya li taxa Toraqî bire taxa Eskerî ya Hewlêrê. Kurdî anî ziman ku li vê derê asayîşê 8 roj e elektrîka mala wî biriye. Kurdî got: "Armanca vê yekê ew e ku ez ji Hewlêrê derkevim."

Hawrê Kurdî li ser qutkirina elektrîkê bi rêya parlameter Şayan Eskerî serdana parêzgeha Hewlêrê kir û li wir belgeyek fermî ji bo asayîşê hatiye amadekirin ku vê pirsgirêkê çareser bike. Kurdî anî ziman ku 5 roj piştî vê serdanê hê jî elektrîka mala wî nehatiye girêdan.

Çalakvanê siyasî Hawrê Kurdî destnîşan kir ku yekane sedema cezakirina wî, helwestên wî yên beramberî dagirkerî û gendeliyê ne.

Gelek caran êriş li ser Kurdî hatine kirin. 27'ê Hezîrana 2017'an kesek bi kêran Kurdî birîndar dike, her wiha 20'ê Hezîrana 2020'ê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hate girtin, herî dawî jî 19'ê Çileya 2021'ê komekê li nêzî mala wî êriş bire ser û birîndar bû.

BI DEHAN ÇALAKVAN Û ROJNAMEVAN GIRTÎ NE

Di salên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya PDK'ê de, gelek rojnamevan, çalakvanên siyasî, mamoste ji ber ku li dijî gendelî, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabûne, hatine girtin û zindanîkirin.