YE`yê cezayên nû li Îranê ferz kir

Yekitiya Ewropayê ragihand ku ceza li 8 fermandarên Pasdarên Îranê, hêzên El-Basîc, polîsên Îranê û 3 girtîgehan hatine ferzkirin. Li ser wê yekê Îranê hevakariya xwe ya bi YE`yê re di gelek qadan de, taloq kir.

YE`yê cezayên nû li Îranê ferz kir
13 nîsan, 2021   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê ragihand ku Yekitiya Ewropayê (YE) got ku ji ber hemleya “tepisandinê” ku hikumeta Îranê di Mijdara 2019`an de pêk aniye, wan ceza li 8 fermandarên hêzên El-Basîc, polîsên Îranê û 3 girtîgehan ferz kiriye.

Ji kesên ku ceza li wan hatine ferzkirin, serokê Pasdarên Îranê Hisên Selamî, fermandarê hêzên El-Basîc ên girêdayî Pasdarên Îranê Xulam Rida û hin endamên din in.

YE`yê got, “Rêxistina El-Basîc ji bo çewisandina xwepêşandanên Mijdara 2019`an li Îranê, hêz bi kar aniye û di encamê de gelek sivîl li gelek bajarên Îranê hatin kuştin û birîndar bûn.”

Îranê jî cezayên nû yên YE`yê şermezar kir û ragihand ku ew ê diyaloga têkildarî mafên mirovan û hevkariya di encama wê diyalogê de taloq bikin.

 (bx)