Projeyeke çandiniyê bi rê ve dibe û cureyên nû lê zêde kirine

Şêniyê ji navçeya Til Temirê Yûnan Yusif projeyeke çandiniyê ya biçûk bi rê ve dibe û cureyên nû ku beriya niha li navçeyê nehatine çandin lê zêde kirine, Yûsif wiha got: "Bilindbûna nirxên madeyan bû sedem ku ez vê projeyê berfireh bikim."

Projeyeke çandiniyê bi rê ve dibe û cureyên nû lê zêde kirine
13 nîsan, 2021   07:45
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê bi giştî bihabûneke mezin heye, ji ber ambargo li ser herêmê heye, rewşa debarê dijwar e. Ew yek jî di encama daketina nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar de ye.

Bi armanca derbaskirina vê azarê û da ku barê bilindbûna nirxên kel û pelan li ser welatiyan sivik bibe, şêniyên herêmê li malên xwe sebzeyan diçînin ku ji bazaran nekirin û xwetêrkirinê pêk bînin.

/ar/uploads/files/2021/04/13/070026_dsc_0848-28kbyr29.webp

Welatiyê bi navê Yûnan Yusif ê ji şêniyên Til Temirê li mala xwe sebzeyan diçîne, lê bi rêbazekî cihêwaz, baxçeyekî sergirtî çêkir û kartol çandin.

Têkildarî mijarê Yûnan Yusif axivî û got: "Di demeke ku ambargo li ser herêmê hatiye ferzkirin de, min ev projeya biçûk çêkir ku pê debara xwe bikim û alîkariya şênî û xizmên xwe bikim."

Yûnan Yusif ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di demeke ku rewşa debarê dijwar de ye, me dest bi çandiniyê li malê kir, da ku alîkariya şêniyên herêmê bikin, her wiha min dest bi avakirina baxçeyekî sergirtî kir û tê de sebzeyên cuda çandin, min sebzeyek çand ku ev cara yekemîn li herêmê tê çandin; ew jî çandina kartolan e. Bihabûna nirxa sebzeyan hişt ku ez vê projeyê pêk bînim."

/ar/uploads/files/2021/04/13/065942_dsc_0868-28kbyr29.webp

Yûnan Yusif li rûbereke erdê xwe yê 9 donim firingî, îsot, bacan, kartol û sebzeyên din çandin.

Yûnan Yusif bang li şêniyên herêmê kir ku projeyên biçûk ava bikin, da ku alîkariya herêmê bikin û debara xwe pê bikin, her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya şêniyên herêmê bikin, projeyan ava bikin, destekê bidin û piştgiriya çandiniyê bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EgtUQ8LRMdM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>