Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Bi boneya rojbûna rêber Abdulah Ocalan, PYD’ê û Kongreya Star şahiyek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
3 nîsan, 2021   15:25
QAMIŞLO

Şahî li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Enteriyê ya  Qamişloyê bi amadebûna şênî, endamên Kongreya Star, endamên PYD’ê, endamên Meclisa Malabatên Şehîdan û Erka Xweparastin hat lidarxistin.

Her wiha şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û rojbûna rêber Ocalan li dayika Uweyş pîroz kir û wiha got: "Em rojbûna rêber Ocalan wekî rojeke dîrokî ji xwe re dibînin."

Hesen da zanîn ku fikirê rêber Ocalan li cîhanê belav bû û dijminê mirovahiyê rêber Ocalan dîlgirt, da ku gel û rêber Ocalan ji hev qut bike û wiha dewam kir: "Lê bi saya fikirê rêber Apo planên dijmin bi ser neketin."

Paşê strana `Wa Şehîd` û `Îro Çerxa Şoreşê` ji aliyê koma Serdem û koma girêdayî Hêzên Erka Xwparastin ve hatin pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govandê û diruşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mc6guMqo_xI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>