Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin

Navenda Lêkolînên Jineolojî bi merasîmekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin.

Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin
Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin
Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin
Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin
Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin
Li Helebê Navenda Lêkolînên Jineolojî hate vekirin
3 nîsan, 2021   14:44
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên Navenda Jineolojî ya herêma Şehbayê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Ji rêveberên Kongreya Star Zeyneb Efrîn vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî li tevahî jinên taxê pîroz kir û got: "Em îro li dergûşa şaristaniyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navenda Jineolojiya vedikin, da ku jinên ji hemû pêkhateyan di nav xwe de kom bike."

Zeyneb Efrîn destnîşan kir ku ji barbanga dîrokî û heta roja me ya îro li dijî jinan zilm û piştaftin ji aliyê pergalên baviksalarî û desthilatdar ve tê meşandin û wiha domand: "Lê jin serî netewand û teslîmkarî qebûl nekir. Em îro berhemên vê serhildanê di kesayeta jin a di nava  Tevgera Rizgariya Jinan de  dibînin ku ji bo jiyaneke azad û hevjiyana azad tê dikoşin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Zeyneb Îbo axivî, bal kişand ser rola jina di şoreşa Rojava de û diyar kir ku bi şoreşê re jinan di her qadan de, leşkerî, siyasî û civakî de xwe îsbat kir û bi fikirê xwe azad bû û ji bo civakeke exlaq û polîtîk tê dikoşe.

Di merasîmê de enadma rêveber a Navenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn Menan axivî û destnîşan kir ku ev navend bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ê ku ji bo azadiya jinan tê dikoşe, hate vekirin, da ku dilsoziya jinan bi têkoşîna rêbertî re îsbat bike.

Piştî axaftinan, dayika şehîd Nûrhaq û bavê şehîd Alan navend vekirin.

Koma Vejîn, hunermend Fatima Ebdo yên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor stran gotin, koma Stêrka Efrînê dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA