Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên ji bo rojbûna rêber Ocalan

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahî û pîrozbahiyên cihêreng li dar xisitn, mîna meş, semîner û çandina daran.

3 nîsan, 2021   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞEHBA

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê darên zeytûnê û darên dîtir li cihên giştî û parkan çandin, her wiha Şaredarıya Gel a Fafînê parkek bi navê Şehîd Roken Zeredeşt li naveçya Fafînê ya Şehbayê vekir.

Di vekirina parkê de, bi dehan endamên sazî, yekitî û partiyên siyasî amade bûn û dayika şehîd Roken Zeredeşt deriyê parkê vekir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş û hevserokê Şaredariya Gel a Fafînê Idrîs Şêxo axivîn.

Axêveran boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li şêniyên herêma Efrîn û cîhanê pîroz kir.

Axêveran da zanîn ku fedekariyên şehîdan pîroz kir, bi taybet fedekariya şehîd Roken Zeredeşt a ku canê xwe di oxira ronîkirina berxwedana şêniyên herêma Efrînê yên li kampan de, pîroz kir.

Girêdayî mijarê, şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Turkmen zêdetirî hezar darên cur bi cur ji zeytûn û hwd li qad û cihên giştî çandin û dîlan di ber stranên folklorîk re gerandin.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên Tirbespiyê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, bi rêya çandina daran û dayîna semînerê ji hêla meclisa bajarokê Ebû Feri  ve ji şêniyan re, pîroz kir.

Endama rêveberiya Kongreya Star Klara Edîsa semîner bi rê ve bir û tê de destnîşan kir ku jidayikbûna rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên herêmê vejîn e. Ji ber rêber Ocalan ji zarokatiya xwe de li ser azadiya gelan û redkirina koletî û zulmê xebitî.

Dûvre şêniyên Ebû Feri li navçeya Tirbespiyê nêzî 100 dar li parka li navenda Kongreya Star a bajarokê çandin.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê bi hevkariya bi saziyên Rêveberiya Xweser ên li navçeyê re 400 darên cur bi cur li derdora Mizgeftê çandin.

Di hemleya çandina daran de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Etiya Umer axivî û rojbûna rêber Ocalan li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

TIL HEMÎS

Komîteya Aborî, Komîteya Çandiniyê ya Til Hemîsê û Akademiya Rêzan Qamişlo a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 500 darên biberhem, hawîrdor û gul li qada akademiyê, navenda navçeyê û 7 gundewarên navçeyê; Ebû Cirin, Micêrênat Mihel, Qêrewan, gundê Til Ehmed, bajarokê Til Ehmed, Ukaz, Xensa û Mişêrfa Başûr, çandin.

DÊRIK

Bi dehan şêniyên gundê Bana Qesrê û gundê Carodiyê û endamên Meclisa bajarokê Eyn Dîwar şahiyek bi boneya rojbûna rêber Ocalan li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê meclisa bajarokê Eyn Dîwarê Hesen Hemze axivî û rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Hemze wiha domand: "Tevahi taypetmendiyên rêbertiyê di rêber Ocalan de hene, gel û pêkhat li ser rêgeza biratiya gelan, jiyana hevbeş û jiyana aştiyane kir yek."

Piştî axaftin bi dawî bûn, dayika şehîdan kêk qut kir û li beşdaran belav kir.

REQA

Komîteya Azadiya Rêbertî li Reqayê meşek bi beşdariya şêniyên Reqayê li dar xist. Meş ji Çerxeriya Saetê ber bi kolana Til Ebyed ve dest pê kir û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meşvan deqeyeke rêz girtin, piştre bi navê Rêxistinên Civaka Sivîl Melek Mihemed, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Naşif û bi navê Komîteya Azadiya Rêbertî Feysel Beyrem axaftin hatin kirin.

Axêveran rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û diyar kir ku rêber Ocalan fikirên girêdayî yekitiya gelan û jiyana hevbeş pêşkêş kirin û tevahî nîşaneyên girêdayî afirandina nakokiyan di navbera gelan de eşkerekirin.

Axêveran piştrast kir ku îro tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û bi dengekî bilind bang dikin bê serok jiyan nabe û dadgehên navneteweyî û komplogerên li dijî rêber Ocalan şermezar dikin.

Axêveran destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelên di înkar û koletiyê re derbas bûne, roja veguherîna ber bi vejînê ye û bi rêya metoda rêber Ocalan civak bi rêya neteweya demokratîk veguherî civakeke azad û zindî.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan a li Îmraliyê bi dawî bû.

EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Cirin a girêdayî kantona Girê Spî bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahî li dar xist.

Şahî li gundê Îdaniyê yê bakurê rojavayê navçeya Cirin ji hêla Kongreya Star û PYD’ê û bi beşdariya şêniyên navçeya Cirin û şêniyên Eyn Îsayê ve hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre hevseroka Meclisa navçeya Cirin Selwa Hesen rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên herêmê pîroz kir û piştrast kir ku divê ev roj bibe destpêka rizgarkirina herêmên dagirkirî û rizgarkirina dîlgirtiyan.

Dûvre şêniyan bi sedan darên biberhem li Baxçeya Rêbertî çandin.

Li dawiyê gelek stran welatparêzî, dîlanên gelêrî û şano li ser berxwedana jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşandan.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DZMzZJIEDs0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dirûşma"Rojbûna ramyar û fîlozof Ocalan rojbûna biratiya gelan û fikira neteweya demokratîk e" îro Komîtaya Azadiya Rêbertî ya Minbicê semînerk bi boneya rojbûna rêber Ocalan da.

Endama rêveber a Rêveberiya Navenda Jineolojî ya bajarê Minbic û gundewarên wê Xaliya Niimet semîner da. Tê de endamên komîteyan, saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî yên li bajarê Minbicê beşdar bûn. Semîner li hola Şanoyê ya Çand û Hûnerê ya li rojavayê bajêr hate orgenîzekirin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Xaliya Niimet axivî û behsa têkoşîna rêber Ocalan ji destpêka jiyanê de û fikirên ji bo civakê de kir û wiha got: "Ji bo ku em Ocalan nas bikin, divê em jîngeha ku rêbertî tê de derketiye nas bikin, jiyana rêber Ocalan Ii ser 3 qonaxan e û em wekî 3 zayînan bi nav dikin, ya yekemîn zayîna rêbertî ye, ya duyemîn jî qonaxa têkoşîna rêbertî ye û ya sêyem jî têkoşîna ku di hundirê girtîgeha ku niha lê ye, dide meşandin."

Piştî semîner bi dawî bû, deriyê pirs û pêşniyaran li pêşiya beşdaran hate vekirin.

(fr)

ANHA