Li herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve hate ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên li hemberî vîrusa koronayê (Covid-19) de qedexeya derketina derve ya giştî li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê û qedexeya beşê li herêmên din ên rêveberiyê ragihand.

Li herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve hate ragihand
3 nîsan, 2021   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa vîrusa korona li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Li gorî civîna Şandeya Aloziyê ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo parastina berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê di pêla wê ya sêyemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û ji bo parastina tenduristiya welatiyan, em bang li tevahî welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li gorî van tedbîran tevbigerin:

-Li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina beşê ji saet 16:00 heta 06:00'an, ji roja Sêşemê 06'ê Nîsana 2021'an heta 12'ê Nîsana 2021'an tê ferzkirin.

-Tevahî kombûn (Şahî, konên sersaxiyê, civîn, nimêjin li cihên îbadetê û tevahî kombûnên din) ji 3'ê Nîsana 2021'an qedexe ne.

-Tevahî xwaringeh, kafe, kafeterya û bazarên gelêrî têne girtin, karê li xwaringehê di demên derveyî qedexeyê de ku daxwazên derve bi cih tînin.

-Tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh tên girtin.

-Dergehên sînorî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne girtin, ev yek rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê di nav xwe de nagire.

- Ji ber zêdebûna pêketiyan li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê li van bajaran qedexeya derketina derve ya giştî ji sibeha roja Sêşemê 6'ê Nîsana 2021'an saet 06:00'an heta roja Duşemê 12'ê Nîsana 2021'an tê ferzkirin. Qedexeya giştî (Firne, sûkên zebzeyan, nexweşxane, dermanxane, dikanên bazirganiyê, derman, sotemenî, tîmên tenduristiyê, cotkar û ragihandin) di nav xwe de nagire.

-Lixwekirina maskan li tevahî cihên li tevahî welatiyan tê ferzkirin, kesên ku li xwe nekin, bi hezar lîreyên Sûrî tê cezakirin.

-Di dema belavbûna pêkhateyên vîrusê de ,meclisên bajarok û navçeyan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komîte û desteyên tenduristiyê yên rêveberiyên xweser û sivîl dikarin biryara qedexeya giştî li bajarok û navçeyan ferz bikin. Ev jî piştî erêkirina meclisên rêveber ên rêveberiyan tê kirin.

Biryar her kesî eleqedar dike."

ANHA