Li Kobanê beşa neştegeriya qestere hat vekirin

Li nexweşxaneya Kobanê bi desteka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê beşa neştegeriya qestere hat vekirin.

Li Kobanê beşa neştegeriya qestere hat vekirin
3 nîsan, 2021   12:54
KOBANÊ

Îro bi beşdarbûna bi dehan bijîşkan û endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên kantonê, beşa qestere hat vekirin.

/kr/uploads/files/2021/04/03/125956_kobane-nexwesxane-1.webp

Têkildarî mijarê bijîşk û pisporê nexweşiyên dil, Ehmed Ewnî Bozan axivî û behsa pêvajoyên pêkanîna vê projeyê kir ku 3 sal dirêj kiriye. Bozan wiha domand: “Em li bendê bûn ku kadroya vê beşê amade bibe. Ji ber ku hejmara wan li herêmê kêm e û amûrên pêwîst wê demê ne hazir bûn. Lê niha her tişt amade ye.”

/kr/uploads/files/2021/04/03/125624_-.webp

Bozan bi bîr xist ku ji bilî rewşên lezgîn dê rojane 3 nexweşên dil derman bikin, piştî kontrolkirina nexweş heke pêwîstiya wî bi neştegeriya qetereyê hebe dê jê re çêkin.

Bozan îşaret pê kir ku hejmara bijîşkên di vî beşî de 4 heta 5 in, 3 hemşîre di odeya lênêrîna navendî de û 2 di odeya niştergeriya qestereyê de. Her wiha 5 kes wek alîkarên ku di beşa îdarî de berpirsyar in, di vî beşî de kar dikin.

/kr/uploads/files/2021/04/03/125814_-.webp

Der barê heman mijarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd piştrast kir ku wan bi armanca sivikkirina azarên nexweşên dil û kêmkirina lêçûnê li ser wan ev beş vekir. Mehmûd wiha domand: “Li şûna ku biçin li derveyî herêmên Firatê xwe derman bikin, ji niha û şûn de dê li herêmê xwe derman bikin. Ev yek dê barên rêwîtiyê û lêçûnên madî li ser wan sivik bikin.”

Mehmûd destnîşan kir ku lêçûna neştergeriya qestere dê nîvê lêçûna wê ya li derveyî nexweşxaneyê be.

/kr/uploads/files/2021/04/03/125828_-.webp

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê Osman Xelef vekirina beşa qestere pîroz kir û got: “Ev gav ji bo şêniyên herêmê gelek girîng e. Em bi hêvî ne ku bi ser bikeve.”

/kr/uploads/files/2021/04/03/125624_-.webp

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo diyar kir ku li gel şertên dijwar ku herêm tê re derbas dibe, şer û gefan, avêtina vê gavê asta berxwedana gelên herêmê û saziyên wê û heta bijîşkên wê li hemberî tevahiya komployan nîşan dide.

Bijîşk Reşad Kitkani û Ehmed Ewnî Bozan dê beşa qestereyê bi rê ve bibin. Her du jî pisporên nexweşiyên dil in û ji şêniyên Kobanê ne.

(şx)

ANHA