Hevalbendên Navalny amadekariyên xwepêşandaneke mezin li dijî Kremlinê dikin

Hevalbendên muxalifê rûsî Alexei Navalny kampanyeke siyasî dan destpêkirin. Di vê kampanyayê de dê demeke ji bo xwepêşandaneke nû were ragihandin ku di dîroka Rûsyayê ya nûjen de ya herî mezin be.

Hevalbendên Navalny amadekariyên xwepêşandaneke mezin li dijî Kremlinê dikin
23 adar, 2021   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, hevalbendên rexnegirê Kremlinê yê girtî Alexei Navalny got, ew dixwazin xwepêşandanên mezin li dijî Kremlinê pêk bînin û dê ev xwepêşandan di dîroka Rûsyayê ya nûjen de ya mezintirîn be û dê bi wê re banga serbestberdanê siyasetmedarê muxalif bikin.

Alexei Navalny (44) cezayê girtina 2 sal û nîv lê hatiye birîn. Alexei Navalny da zanîn ku piştî vegera wî ji Almanya li Rûsyayê di Çileyê de, hate tawanbarkirin. Her wiha li gorî bijîşkan ew bi gaza tamaran hatibû jehrkirin.

Alîgirên wî, di dema belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê de 3 xwepêşandan li dar xistin, lê desthilatan diyar kir ku ev xwepêşandan ne rewa ne û bi zorê ji hev kirin.

Hevalbendên Alexei Navalny kampaniyeke siyasî bi rêya malpera taybet "Free Navalny" ragihand û gotin ew ê demekê ji bo xwepêşandanên nû li kolanên welat ragihînin, dema tomarkirina beşdaran gihaşt 500 hezar.

Serokê Saziya Alexei Navalny a têkoşîna li dijî gendeliyê Ivan Zhdanov wiha got: "Dê xwepêşandana ku 500 hezar kes beşdar bibin, di dîroka Rûsya ya nûjen de ya herî mezin be."

Hevalbendê Alexei Navalny, Leonid Volkov da zanîn dê li tevahî kolanên Rûsyayê xwepêşandanên aştiyane li dar bikevin.

Leonid Volkov bang li Rûsyayê kir ku Navalny serbest berdin, lê Rûsyayê eşkere kir ku ew yek destwerdana li karên wê yên hundirîn e û nayên qebûlkirin.

Deshilatên Rûsyayê destnîşan kir ku wan tu nîşaneya jehkirina Navalny nedîtine û ew weke lîstokeke rojavayî ye û ji bo tevliheviya siyasî û aramî li Rûsyayê hatiye amadekirin.

(fr)