Koalîsyona Navneteweyî: Heta em DAIŞ`ê bi temamî tune nekin, em ranawestin

Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyona Navneteweyî li Dêrazorê Ehmed Nasir destnîşan kir ku ew îro bi hevgirtina xebatên ku herêm rizgar kir û DAIŞ`ê têk bir vê rojê pîroz dikin û teqez kir ku ew ê heta DAIŞ`ê bi temamî tune nekin, ew ranawestin.

Koalîsyona Navneteweyî: Heta em DAIŞ`ê bi temamî tune nekin, em ranawestin
23 adar, 2021   13:48
DÊRAZOR

Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyona Naventeweyî li Dêrazorê Ehmed Nasir di merasîma salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê de axivî.

Nasir wiha got: “Bi xwîna ku ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê hatiye rijandin, hevalbendiya me xurttir bû. Tişta ku îro em gihaştinê bi saya wan berdêlan bû."

Nasir destnîşan kir ku bi hevgirtina xebatên ku herêm rizgar kir û DAIŞ`ê têk bir vê rojê pîroz dikin û wiha domand: “Tişta ku hatiye bidestxistin bi saya hevgirtina Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê bû. Ev yek diyar dike ku dema xebat hevbeş be, dê tiştên ne ji rêzê bên bidestxistin. Divê wiha bimîne.”

Nasir wiha pêde çû: “Xebatê li dijî DAIŞ`ê hîna bi dawî nebûye, em ê tunekirina DAIŞ`ê dewam bikin. Heta em DAIŞ`ê bi temamî bi dawî nekin, em ranawestin. Da ku tiştên me di şer de bi dest xistine em ji dest nedin.”

Di dawiyê de Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyonê li Dêrazorê Ehmed Nasir teqez kir ku bi QSD`ê, Meclisa Sivîl, meclisên herêmî û eşîran re dê pêşerojeke xweş ji şêniyên herêmê re ava bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1splOHHPIec" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>